Sumeyya Boz: Divê têkiliya jin û mêr ji nûve ava bibe
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz destnîşan kir ku ji bo civakeke azad, pêwiste têkiliya jin û mêr li ser esasên modernîteya demokratîk bê avakirin.

Pergala serdest her tim li dijî civakê şerê taybet meşandiye. Bi taybetî şerê derûnî, civakî û çandî li ser civakê pêş dixe. Pergala serdest ji bo civakê kontrol bike, jin û ciwanan dike hedef. Îro li bajarên mîna Mûş, Colemêrg, Şirnex û Wanê, ev şer bi rêya torên çeteyan yên di bin navê “têkiliyên dildariyê” de tê birêvebirin û jinên ciwan dixin nav torên karên qirêj. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastnameya xwe de diyar kiriye, çareserî di paradîgmaya ‘Modernîteya Demokratîk’ de ye. Li gorî vê, azadiya civakê tenê gava ku têkiliya jin û mêr li ser esasên wekhevî, ekolojî û azadiyê ji nû ve ava bibe pêkan e.
Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Sumeyye Boz derbarê polîtîkayên şerê taybet ya li ser jinan tê birêvebirin de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Armanca vî şerî ew e ku civak û çandê ji hundir ve birizîne’
Sumeyye Boz bal kişand li ser pênaseya şerê taybet û diyar kir ku îro li her derê Kurdistanê ev şer tê dîtin. Sumeyye Boz destnîşan kir ku şerê taybet amûrên cur bi cur bi kar tîne û got : “Carna ev amûr berbiçav in û tên dîtin, lê carna jî pir sîstematîk, rûpoşkirî û veşartî ne. Talûke û xetereya herî mezin jî ev veşartîbûn e. Armanca vî şerî ew e ku civak û çandê ji hundir ve birizîne, hişmendiya rêxistinbûyînê bide qedandin û yekîtiya civakî xirab bike. Ev hilweşîn bi taybetî li ser jiyana ciwan û jinan, di warê civakî, polîtîk û exlakî de xwe nîşan dide.”
‘Tu lêkolîn û lêpirsîn nayên kirin’
Sumeyye Boz diyar kir ku di bin navê ‘têkiliyên dildarî’ de dixwazin jinên ciwan bikşînin nav torên fihûş û çetetiyê û wiha pê de çû: “Di nav van çeteyan de cerdevan, polîs an jî kesên ku di saziyên dewletê de cih digirin hene. Lê belê li ser van kesan tu lêkolîn û lêpirsîn nayên vekirin, berevajî vê yekê, wekî ku bên xelatkirin bêceza tên hiştin. Bêguman ev bêcezakirin bi xwe polîtîkayeke mezin e. Gava mirov di çarçoveya şerê taybet de li herêmên weke Colemêrg, Şirnex û Wanê dinêre, gava ev çete tên deşîfrekin, mirov wê wêneya sîstematîk pir zelaltir dibîne. Heger kesên ku navê ewlehiyê bi kar tînin an jî cerdevan di nav van toran de hebin, ev yek nîşan dide ku her tişt sîstematîk û plankirî ye.”
‘Mirina jinekê ne asayî ye’
Sumeyye Boz destnîşan kir ku di vê mijarê de kuştina jinan û mînaka Gulistan Doku pir girîng e û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dema ku mijara Gulistan Doku derket holê, xwestin weke întîhar an jî windabûneke bi daxwaza wê serwîsî gel bikin û vê baweriyê bidin avakirin. Di bûyera Rojîn Kabaîş de jî heman tişt kirin û xwestin weke întîharê pênase bikin. Lê di encama otopsî û lêpirsînê de DNAya du kesên cuda derket holê. Gelo ev DNAya kî bû û bi kî re hatin berhevkirin? Ev hemû pirs hîn jî bêbersiv in. Em baş dizanin ku dema agahiya mirina jinekê tê, çi jê re bêjin întîhar çi jî mirineke asayî ew qet ne bûyereke asayî ye. Ew encama tundiya mêrsalarî, sîstemê û polîtîkayên şerê taybet e.”
‘Di nav salekê de gelek bûyer li Mûşê qewimîn’
Sumeyye Boz bal kişand ser bûyerên herî dawî yên ku li Mûşê qewimîne û got “Mînaka herî dawî li Mûşê xwe nîşan da. Di nav salekê de gelek bûyerên întîhar û kuştina jinan çêbûn û tundiya civakî gihîşt lûtkeyê. Doza Yasemîn Dûrbak, Mizgîn Gungor, Zeynep Kaymaz, Hemdiye Karakaya û Ayşe İnciol çend sal in ji aliyê me ve tên şopandin. Ev tenê yên berbiçav in, lê xwedê dizane çendîn mirinên bi guman hene ku hewceyî lêkolînê ne lê agahiya me jê nîne. Ji ber vê yekê, têkoşîn, hevgirtin û piştgiriya jinan mijareke jiyanî ye. Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Azad, her wiha li Mûşê polîtîkayên jinan ên şaredariyê û buroyên mafên jinan ên baroyê van dozan bi hev re dişopînin.”
‘Li dijî van kiryaran jiyaneke demokratîk, hevpar û azadiya jinan şert e’
Sumeyye Boz anî ziman ku li dijî van kiryaran, avakirina hişmendiyeke nû, jiyaneke demokratîk, hevpar û azadiya jinan şert e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkiliya jin û mêr tenê gava li ser esasên demokratîk ava bibe, jiyana azad û modernîteya demokratîk pêkan dibe. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di parastinên xwe de paradigmaya modernîteya demokratîk pir berfireh vekiriye. Ev mijar bi tevahî civakî, ekolojîk û mijara azadiya jinê ye; her tişt bi hev ve girêdayî ye. Heger em civakeke azad û demokratîk dixwazin, divê em destpêkê têkiliya jin û mêr li ser esasên wekhevî û azadiyê ji nû ve ava bikin.”


