Sûwarên Qerejdaxê li gada Newrozê ne

Newroza Amedê ku girse bi coş û perojek mezin diherike qadê bi renginiya xwe balê dikişîne. Komeke ciwanan bi sûwariya hespan hatin qada Newrozê.

1 deqe xwendin
Sûwarên Qerejdaxê li gada Newrozê ne

Li Amedê ku tê payîn îro zêdeyî milyonek kesî tevlî bibe, bi herikîna gel a qadê didome. Bi deh hezaran welatiyên bi kincên neteweyî, slogan û tîliliyan diherikin qadê dîmenên rengîn derdixin. Komek ciwanên ji gundewarên Qerejdaxê hatine, bi sûwariya xwe ya hespan bal kişandin. Ciwanên li hespan sûwar bûyîn ji hêla welatiyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.