TAGa OHDê rastî eleqeyeke mezin hat
OHDê ji bo hikûmet û meclisê têke nava tevgerê û zagonên demokratîkbûnê bêne sazkirin, Taga “#YasalAdimŞimdi (#NihaGavaZagonî) da destpêkirin. Siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas û parêzeran piştgirî da kampanyayê.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo gavên hiqûqî û zagonî bên avêtin û Meclisa Tirkiyeyê zagonên entegrasyona demokratîk saz bike, TAGa #YasalAdimŞimdi (NihaGavaZagonî) da detpêkirin.
Rojnameger, siyasetmedar û hiqûqnasên piştgirî dan kampanyayê wina ne:
Tuncer Bakirhan: Ji bo welatê me demokratîk bibe û aştiyeke mayinde pêk bê, divê gavên zagonî bêne avêtin û ev gav nayên tayoqkirin. Jibo vê yekê divê
Divê êdî meclis demildest zagonan saz bike.
Divê biryarên Destûra Bingehîn û DMMEyê pêk bîne.
Rojnameger Fehim Işik: Divê statuya Birêz Ocalan bê naskirin û divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan têxin meriyetê.
Eren Keskîn: Ma ew qas girtin, kuştin, bêhiqûqî, neheqî têr nekir? #yasaladımşimdi
Parêzer Cemîle Turhalli: Jibo hemwelatîbûneke bi rûmet û wekhev.
TJA: Em jin em ê pergala tecrîdê hilweşînin û qanûna aştî azadiyê bi destê xwe binivîsînin!
KCDK-E: Niha ne dema windakirina demê ye. Dema çareseriyê ye!
Mervan Ozdemîr: Em bêtir dengê xwe bi hêl bilind bikin.
Feleknaz Uca: Mafê hêviyê ji bo Birêz Ocalan divê were pejirandin û şertên qanûnî yên pêwîst bên pêkanîn.


