Talabanî: Em bi metirsiyek e mezin re rû bi rû ne

Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî der barê bûyerên dawîn de peyamek weşand û girîngiya yekgirtinê destnîşan kir.

1 deqe xwendin
Talabanî: Em bi metirsiyek e mezin re rû bi rû ne

Bafil Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) der barê bûyer û pêşketinên dawî yên li herêmê de peyamek bi raya giştî re parve kir. Talabanî anî ziman ku ji bo parastina xelqê herêma Kurdistanê û Iraqê ew di nava têkiliyan de ne.

Talabanî di peyamê de wiha got: “Welatiyên hêja yên Herêma Kurdistanê; careke din, em bi metirsiyek e mezin re rû bi rû ne. Wekî her car, ez piştrast im ku hûn ê bihêz, berxwedêr û yekgirtî bimînin. Ji bo vê yekgirtin girîng û pêwîst e. Em bi hemû aliyên İraqî û kurdî re di têkiliyeke berdewam de ne, bi taybetî Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), ku ji bo parastina xelqê herêma Kurdistanê û Iraqê ji vê gefê hemû hewla xwe bidin.

Xwedayê mezin hemûyan biparêze.”