‘Taloqkirina çêkirina qanûnan ne rast e’

Gulistan Kiliç Koçyigit der barê qanûnên ku dê bên çêkirin wiha got: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewcehî bi çêkirina qanûnan heye. Ji bo wê jî pêwîstî bi werekiyê heye. Bi hincetên cuda cuda taloqkirina çêkirina qanûnan ne rast e. Em jî berpirsyarên dewletê bi bîr dixînin û desthilat divê ji bo çêkirina qanûnan amadekariyan bike.”

1 deqe xwendin
‘Taloqkirina çêkirina qanûnan ne rast e’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên di rojevê de ne li Meclisa Tirkiyeyê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyigit di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên di dibistanan de pêk hatinê û wiha got: “Ew 3 roj bûn malbat û mamosteyan li dijî van bûyeran bertek nişan dan û neçûn dibistanan. Lê îro careke din zarok çûn dibistanan lê ne bi awayekî ne aram, bi fikarên çûn dibistanan. Em ji bo parastina zarokan berpirsyarin. Lê ew berpirsyarî bicih neaniyê. Encama polîtikayên şaş bûyerên bi vî rengî derxistinê holê. Zarok bi awayekî wekhev perwerdehiyê nabîninê. Ne wekhevbûna perwerdehiyê ji aliyê hest û derûniyê ve bandor li ser zarokan dike. Li hemû qadên jiyanê tundî heye di siyasete de zimanê dijberiyê heye û zarok jî ji vê rewşe bandor dibin. Herwiha xwe gihandina çekan pir hêsan e. Zarokek çawa dikarê xwe bigihejînê wan çekan û bi rehetî di dibistanan de komkujî pêk bînê. Ew berpirsyarî ne tenê ya malbatê ye ya dewletê ye jî. Çareserî ne tenê ewlehiyê di heman demê de bi perwerdehiya wekhev û azad ku zarok bikarin xwe bînin ziman ve pêkan e. Ji bo wê em ê sibê der barê mijarê de pêşnûmepirsekê pêşkeşî Meclise bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyigit bi lêv kir ku pêşnûqanûna desthilatê ya der barê xizmetên civakî de li şûna civakê biparêze û wekheviya civakî pêk bînê, pirsgirêkan kûrtir dike û wiha got: “Alîkariyên civakî ku berpirsyariya dewletê ye jî weke xêrek tê peşkeşkirin. Ew yek jî li dijî mekazagonê ye. Herwiha di pêşnûmeqanûnê de ji bo destûra jinên ku nû pitika wan çêbûyê jî cih negirtiyê. Ew yek jî kemasiyeke mezin e. Li ser navê ewlehiyê li her derê kamerayê bi cih dikin. Lê ew yek ne ji bo ewlehiya civakî lê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Ewlehî bi kamerayan nabe. Ji bo wê em dibêjin ne alîkarî lê wekheviya civakî divê pêk were.”

‘Divê îfadeyê Suleyman Soylu bê girtin’

Gulistan Kiliç Koçyigit der barê geşedanên nû yên di dosyaya Gulistan Doku de jî diyar kir ku wan di serî de gotibû berpirsyariya dewletê di vê bûyerê de heye û wiha pê de çû: “Niha derket holê ku rastê rast walitiyê wê demê ew bûyer veşartiye û zarokê xwe parastiye. Herwiha saziyên din ên dewletê jî ji bo bûyerê veşêrin xebat meşandine. Ew mesele ne bi tenê bi walî ve sînordar e. Divê îfadeya Suleyman Soylu yê wê demê Wezîrê Karên Hundir bû û hevalê walî bû jî bê girtin. Ew bûyer çawa hatiyê veşartin. Rola Suleyman Soylu jî divê bê derxistin. Herwiha dozgerên wê demê jî divê bên lêpirsînkirin. Wan jî lêpirsîneke bi bandor nedayê destpêkirin. Yanî berpirsyariya dewletê rasterast di vê bûyerê de heye. Ji bo wê jî divê berpirsyarî nedin ser milê walî tenê û pergal bixwe berpirsyar e. Herwiha divê bûyerên Rojîn Kabaîş û gelek jinên bi vî awayekî guman hatinê kuştin jî bê ronîkirin û berpirs bên cezakirin. Heta di van dosyayan de jî edalet pêk were têkoşîna me dê bidome. Roja çarşemê jî ji bo Gulistan Doku û hemû jinên bi awayekî bi guman hatinê kuştin komîsyonek bê avakirin, em ê peşniyarê li Meclise bikin.”

‘Mirina Îlayda Zorlu ronî bikin’

Gulistan Kiliç Koçyigit der barê 79 ciwanên li Enqereyê ji ber mirina bi guman a Îlayda Zorlu ku hat gotin ku bi çeka bavê xwe yê polîs xwe kuştiye derketina kolanan û hatine binçavkirin jî ev tişt gotin: “Nehiştine parêzer bi ciwanan re hevdîtinan bikin. Ciwan di binçavkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatinê. Divê ew ciwan demildest bên berdan, mirina Îlayda Zorlu bê ronîkirin û edalet pêk were.”

‘Ji bo çêkirina qanûnan berpirsyarî ya desthilatê ye’

Gulistan Kiliç Koçyigit pirsa li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye kirin jî wiha bersivand: “Li gor daxuyaniyên desthilatê di meha nîsanê de qanûn dê bihata çêkirin lê heta niha tu hewldan tune ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewcehî bi çêkirina qanûnan heye. Ji bo wê jî pêwîstî bi werekiyê heye. Bi hincetên cuda cuda taloqkirina çêkirina qanûnan ne rast e. Em jî berpirsyarên dewletê bi bîr dixînin û desthilat divê ji bo çêkirina qanûnan amadekariyan bike. Em hevî dikin di demen pêş de qanûn bên çêkirin lê heta niha der barê mijarê de ji me re tiştek nehatiyê gotin.”