Tê payîn ku deriyê Nisêbîn-Qamişlo vebibe
Rojnameger Enez Yildiz der barê geşedanên piştî peymana 29ê çileyê de nirxandin kirin û anî ziman ku tê payîn ku di rojên pêş de deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê li çûn û hatinê bên vekirin.

Di 29ê çileyê de, peymanek berfireh di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin û 30ê çileyê bi fermî hat ragihandin. Bi peymanê re ji nû ve belavkirina hêzên leşkerî û ewlehiya hundirîn li herêmên Cizîr û Kobanê pêk hat. Dîsa entegrekirina saziyên rêveberiya xweser di nav saziyên dewletê de hat armanckirin. Her wiha hat lihevkirin ku koçber vegerin cih û warên xwe.
Dixwazin Newrozê li Efrînê pîroz bikin
Rojnameger Enez Yildiz der barê geşedanên dawî yên piştî peymana 29ê çileyê nirxandinên girîng kirin. Enez Yildiz, bal kişand ser xalên peymanê yên derketin pêş û wiha got: “Piştî peymanê gelek guhertin çêbûn. Bi taybet li bajarê Hesekê û Qamişloyê di aliyê ewlekariyê de qadên hevpar hatin diyarkirin. Dorpêça li ser Kobanê heta astekê rabû. Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin. Dîsa endamê Fermandariya HSDê Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin. Bi awayekî qismî be jî vegera koçberên Efrînê dest pê kir. Gelek malbat heta niha 4-5 caran ji cih û warên xwe koçber bûbûn. Gelek malbat ji Efrînê koçî Şehbayê, ji Şehbayê koçî Hesekê ji wir jî koçî Kobanê kiribûn. Di van rojan de, nêzî 400 malbat derbasî Efrînê bûn. Tê payîn ku di van rojan de heta Newrozê jî gelek malbat derbasî Efrinê bibin. Malbatên ku vegerin ji bo Newroza xwe li Efrînê pîroz bikin amadekariyan dikin.”
Polîtîkayên taybet li ser Efrînê meşandin
Enez Yildiz li ser rewşa ewlehiya li Efrînê jî rawestiya û wiha got: “Salên borî li Efrînê bêhtir talankirin, wêrankirin hebû. Efrîn di aliyê çandî û aborî de warekî pir dewlemend bû. Lê piştî dagirkirina 2018an a ji aliyê dewleta tirk ve di aliyê demokrafîk de gelek guhertin pêk hatin. Polîtîkayek taybet li ser Efrînê meşandin. Bi sedan mirov hatin revandin û kuştin. Bi sedhezaran mirov ji warên xwe koçber bûn. Heta çend roj berê jî 4 ferdên malbateke ji Efrînê li Helebê hatin kuştin. Niha kesên vedigerin diyar dikin ku divê hêzên ewlekariya hundirîn jî bi wan re biçin û ewlekariya wan bikin. Dixwazin li wir hêzên ewlekariyê wan biparêzin. Bi qasî agahiyên me girtine, dê hêzên ewlekariya hundirîn li herêmê cihê xwe bigirin. Bi qasî agahiyên berdest bi hikûmeta Şamê re li ser ewlekariya hundirîn lihevkirinek hatiye kirin. Veger jî li ser vî esasî pêk tê. Ji bo vegera Serêkaniyê û Girê Spi jî heman amadekarî tê kirin.”
Mijara perwerdehiyê xala sereke ye
Enez Yildiz li ser mijara perwerdehiyê jî rawestiya û got: “Ji sala 2011an heta niha, piştî şoreşê tişta sereke ku tên nîqaşkirin mijara perwerdehiyê ye. Li Kobanê bi salan e zanîngeh heye û beşên wê hene. Mijara sereke perwerdehiya bi zimanê zikmakî û fermiyeta wê ye. Niha Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê mijara perwerdehiyê nîqaş dikin. Dê ev dîplomayên ku bi zimanê zikmakî ji zanîngehê girtine derbasdar bin. Ev dê di çarçoveya entegrasyona demokratîk pêk bê. Tişta niha xuya dibe dê fermiyeta perwerdehiya bi kurdî bê qebûlkirin. Piştî nîqaşên îdarî dê perwerdehiya li dibistan û zanîngehan jî di çarçoveya entegrasyona demokratîk de cihê xwe bigirin.”
Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê
Enez Yildiz li ser xalên peymanê yên aboriyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Hikûmeta Şamê zêde erênî nêzîkî vekirina deriyê Tilkoçer ê navbera Rojava û Başûr nabe. Ji ber ku niha Şerê Îran û Îsraîlê heye û bi hinceta vê rageşiyê germ nêzî vekirina deriyê Tilkoçer nabe. Piştî Newrozê di meha nîsanê de ji bo vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê dîrokek diyar kirine. Dibe ku di 30ê adarê de deriyê Nisêbînê bê vekirin. Lê dewleta tirk zêde germ nêzî deriyê Esas, Cerablûsê nabe. Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser ji bo deriyê Sêmalka personelên hevpar ku bixebitin diyar kirine. Mijarên aborî, bazirganî û rêveberiyên hevpar dê di rojên pêş de zelaltir bibin.”
Kobanê ji bo kurdan taybet e
Enes Yildiz li ser rewşa Kobanê jî rawestiya û ev agahî dan: “Kobanê piştî berxwedana 2014an ji bo gelê kurd pir taybet û cuda ye. Kobanê wekî keleha berxwedanê ye. Ji bo kurdan xweseriyeke Kobanê heye. Di demên dawî de rewşa dorpêça li ser Kobanê hinek siviktir bûye. Ev dorpêça ku li ser Kobanê dihat meşandin, wekî çekekê li dijî Kobanê bi kar dianîn. Di rojên dawî de hin guhertin çêbûn. Yek jê, endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê hat diyarkirin. Xuya ye ku dê di demên pêş de gav bi gav lihevkirinek bi pêş bikeve. Dê di rojên pêş de jî mijara rêveberiyê mijara herî girîng be. Mijarên rêveberiya çand, huner, perwerde, tenduristî, aborî dê di rojevê de bin. Bi nêrîna min dê li ser van mijaran jî li hev bê kirin.”


