Têkiliya huner û siyasetê

Têkiliya di navbera huner û siyasetê de ne tenê mijareke estetîk e; ew şerekî herheyî yê di navbera ‘hêza desthilatdar’ û ‘hêza xeyalê’ de ye.

1 deqe xwendin
Têkiliya huner û siyasetê

Têkiliya di navbera huner û siyasetê de ne tenê mijareke estetîk e; ew şerekî herheyî yê di navbera ‘hêza desthilatdar’ û ‘hêza xeyalê’ de ye. Siyaset hewl dide civakê di nav çarçoveyên diyarkirî de bi rê ve bibe, lê huner her tim wan çarçoveyan diçirîne û azadiyê xeyal dike. Lê belê, gava em li nêzîkatiya siyasetmedar û hunermendan a li hember hev dinihêrin, em rûyê herî rût û carna jî yê herî tarî yê vê têkiliyê dibînin.

Gelek caran siyasetmedarên ku di nav pêvajoyên bişaftinê (asîmîlasyonê) de mezin bûne yan jî ji koka çanda xwe ya resen dûr ketine, li hember hunerê dibin xwedî helwesteke radîkal û hişk. Ev cure siyasetmedar, ji ber ku bixwe ji kûrahiya huner û çandê bêpar in, hunerê tenê wekî ‘amûreke propayandaya îdeolojîk’ dibînin. Ji bo wan, hunermendekî ku ne di xizmeta fikrên wan de be, ‘metirsiyek’ e. Ev hişmendiya serdest, ji şêwazên nû û ji rûmeta azadiyê ditirse; lewma hewl dide hunerê bixe bin fermana xwe ya teng.

Di bingeha gelek zextên siyasî de, cureyeke hesûdiyê heye. Siyasetmedar bi hêza qanûn, drav û çekan gel kontrol dikin, lê hunermend bi stranekê yan jî bi helbestekê dikare dilê bi hezaran mirovî bi dest bixe. Ev ‘hêza nerm’ a hunerê, siyasetmedarên tîbûyiyên desthilatdariyê ditirsîne. Ew dizanin ku siyasetmedar diçin, lê berhemên hunerî dimînin. Ev hesûdî carna vediguhere sansurê, carna jî vediguhere hewldana biçûkxistina hunermend û keda wê/î.

Têkiliya huner û siyasetê ne tenê di asta rexneyê de dimîne; huner carna dibe destpêka şoreşan. Dema ku siyaset civakê bêdeng dike û tarîtî li her derê belav dibe, huner dibe çirûska yekemîn. Şoreş ne tenê bi çekan, berî her tiştî di hiş û dilê mirovan de dest pê dikin. Huner ‘zimanê hevpar’ ê bindestan e.

Di dîroka me de, dema ku hemû rêyên siyasî dihatin girtin, helbestên Cegerxwîn, Hejarê Mukriyanî, Şêrgo Bêkes, Abdullah Peşêw, Hesen û Mihemed Arifê Cizîrî, Eyşeşan û Meryemxan, Hesen Zîrek û Mihemed Şêxo, Mamile û Şivan Perwer… Stranên ku li ser kasetên qedexekirî dihatin guhdarîkirin, bûn bingeha hişmendiya neteweyî û şoreşê. Hunerê cesaret da mirovên ku di bin zilmê de dinaliyan; wisa kir ku ew tirsê biavêjin û daxwaza azadiyê bikin. Siyaset dikare bedena mirov dîl bigire, lê huner ruhê mirov azad dike.

Hunermendên oportunîst: bazirganên nirxan

Lê belê, di vê têkiliyê de hunermend her tim ‘mexdûr’ nîn e. Mixabin, em rastî hunermendên oportunîst (firsatperest) jî tên. Ev kesên ku hunerê ne wekî amûreke heqîqetê, lê wekî ‘pêpelûka navdarbûnê’ bi kar tînin, zirara herî mezin didin nirxên civakî. Hunermendê oportunîst, ji bo şohretê yan jî ji bo ku nêzîkî navenda hêzê bibe, dikare hemû pîroziyên civakî û nirxên hunerî piştguh bike.

Dema hunermendek ji bo ‘îhaleyekê’ an jî ‘alîgirên desthilatdaran’ serê xwe ditewîne, ew êdî nabe ‘wijdanê civakê-‘, dibe ‘mirovê piyaseyê’. Ev cure hunermend di demên krîtîk de, li şûna ku li kêleka gelê xwe bisekine, dibe dengbêjê dirav û berjewendiyê û ruhê hunerê difroşe.

Bêguman e, ev mijara Têkliya Siyaset û Hunerê, mijarek fireh e. Lê ji mijarên sereke ye ku em bikaribin rewşa çand û hunerê binirxînin.

Hewildana min heye, ku di gotarên bên de, ez serpêhatî û rûdanên me yên salên dirêj di têkiliya siyaset û hunerê de, bi xwendevanên birêz re parve bikim.