Têkoşîna du jinên berxwedêr
Di vê nivîsê de ez dixwazim behsa du jinan bikim. Du jinên ku di civakên cuda de li hemberî zilm û zordariyê bûne sembola edaletê. Du jinên ku li hemberî desthilatan serî netewandin e.

Di vê nivîsê de ez dixwazim behsa du jinan bikim. Du jinên ku di civakên cuda de li hemberî zilm û zordariyê bûne sembola edaletê. Du jinên ku li hemberî desthilatan serî netewandin e. Du jinên ku li dijî zilma mêran li ber xwe dane. Du jinên berxwedêr, serhildêr, xwedî wijdan û exlaq. Van her du jinan li hemberî neheqî û bêhiqûqiyê serî li hemberî firewnên serdemî rakirin, doza edaletê li wan kirin. Li hemberî bêwijdaniya mirovan li kolanên bajarên xwe li ber çavên her kesî bi şev û roj li edaletê geriyan. Ew edaleta ku bi destên xwînmijan hatiye tunekirin. Çawa ku feylozof Dîogenes li nava rojê çira di destan de li kolanan mirovan digeriya, van her du jinan jî bi heman awayî li pey edaletê serî li hemberî kujeran rakirin.
Jina yekem a ku serî li hemberî bêwijdaniya desthilatan rakiriye Rosa Parks e ku li hemberî koletiyê yek ji gavên ewilî diavêje. Rosa Parks bi çalakiyekê gelek tişt guherand. Rosa Parks li hemberî cudakariya li ser reşikên Amerîkayê dihat ferzkirin helwest danî ûtêkoşîneke xurt li dijî vê cudakariyê da meşandin. Li Amerîkayê kesên reşik û kesên spî nikarîbûn di heman deriyan re li otobûsan siwar bibin. Di otobûsan de jî cihê mirovên reş û spî ji hev cuda bû û di heman demê de nikarîbûn li heman xwaringehê xwarinê bixwin ango xwaringehên wan jî cuda bûn. Di demekê wiha de Rosa Parks ji kar vedigere malê, aliyê paş yê otobûsê cihê vala nîne lewra ew jî li pêş rûdinê. Piştî demekê yên spî li otobûsê siwar dibin ji ber wê jî ajokarê otobûsê ji reşikan dixwaze ku derbasî cihên paş bibin da ku yên spî rûnin. Sê zilamên li kêleka Parksê rûniştî bêyî ku tiştekî bibêjin radibin û şûna wan mirovên spî rûdinin. Lê Rosa Parks ranabe, bi awirên tûj helwestê nîşanî ajokar dide û gengeşî di navbera wan de derdikeve. Ajokarê otobûsê gazî polîsan dike û polîs Parksê ji otobûsê derdixin û wê binçav dikin. Hinek heval û dostên wê kefaleta wê didin, bi vî awayî piştî demekê Rosa Parks tê berdan. Di pêvajoya doza Rosa Parks de û di pêşengtiya Martin Luther Kîng d


