Tevî baranê jî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Tevî ku li navçeya Tatwanê baran dibare jî, welatî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada pîrozbahiyê.

1 deqe xwendin
Tevî baranê jî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê, pîrozbahiya Newroza 2026an bi diruşmeya ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ dest pê kir. Ji serê sibê ve tevî hewaya sar û barana ku bênavber dibare jî gelê navçeyê û gundên derdorê hatin qada Newrozê  û niha pîrozbahiyê li dar dixin.

Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin. Dayikên ku bi kofî û kincên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ber baranê bi tilîliyan coşa li qadê zêde kirin. Ciwanan jî bi stranên şoreşgerî û gelerî govendê digerînin