Tevî pandemiyê xebatên ziman didomin

Ji bo ku em ji nêz ve kar û xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ku ji sala 1996’an heta niha xebatên zimanê kurdî dike nas bikin, me ji bo xwînerên xwe yên hêja hevpeyvînek bi serokê Enstîtuya...

1 deqe xwendin
Tevî pandemiyê xebatên ziman didomin

Ji bo ku em ji nêz ve kar û xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ku ji sala 1996’an heta niha xebatên zimanê kurdî dike nas bikin, me ji bo xwînerên xwe yên hêja hevpeyvînek bi serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî re kir. Simo di hevpeyvînê de behsa rol û mîsyona enstîtuyê, xebatên wan ên atolyeyên li ser ziman, koma helbestan, koma xwendin û nirxandina romanan û gelek kar û xebatên din ên vê saziyê kir.

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê kengî û li ser kîjan hîman hatiye damezrandin?

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê di 21’ê gulana 1996’an de, li ser 12 babetan hat dameziradin. Lêkolînên li ser dîroka kurdan û Kurdistanê, bipêşxistina ziman, lêkolînên der barê ziman de, bipêşxistina wêje û çanda kurdî, di aliyê rewşenbîrî û ziman de têkiliyên bi saziyên din re, çapkirina pirtûkan, her sal lidarxistina konferans û semîneran… bi giştî di vê çaçoveyê de xebat hatine kirin û hê jî berdewam in.

Birêz Kamran te behsa çapkirina pirtûkan kir, gelo we heta niha çend pirtûk çap kirine, her wiha we ji bo çapkirinê kîjan mijar hilbijartin?

Heta niha 103 pirtûk hatine çapkirin û belavkirin. Gelek ji wan li weşanxaneya Ronakbîriya Swêdê hatine çapkirin û xelatkirin. Mijarên ku me hilbijartin bêguman têkildarî wêje, dîrok, ziman û mijarên bi van pirtûkan ve girêdayî ne. Ya din jî kovarke me ya bi navê Ava Şîn derdiket û îşaret bi mijarên wêje, siyaset, dîrok û mijarên cuda cuda yên girêdayî doza kurdî dikir.

Gelo enstîtuya kurdî gihîşt armanca xwe, ger na ji ber çi û berê we bi ku ve dageriya?

Mebest!!! Ez ne bawer im ku gihaştibe armanca xwe, lê mirov dikare bibêje, armanca xwe ji sedî 60 xebatên xwe bi cih aniye. Hin tişt jî nebûn û me li gorî wê plansazî diguhertin.

Di pêvajoya pandemiya koronayê ya 2020 û 2021’an de, kar û xebatên we bi çi awayekî hatin kirin û kîjan in ev xebat?
Xebata me bê navbêr, bi tekûzî û bi pergalî bi online tên meşandin ku ew jî ev in. Koma helbestan heye ku ji çar aliyê cîhanê helbesthez serî li bernameyên me dibin. 120 endamên koma helbestê hene. Koma helbestê hem li ser teoriya helbestê semîner û atolyeyên helbestan li dar dixe û hem jî şevên helbestxwendinê û nirxandina pirtûkên helbestan li dar dixe. Di rojên taybet de bernameyên bi stran, muzîk û helbestan tên lidarxistin. Koma helbestan herî kêm mehê 3 bernameyan (panel- komxebat-rojên taybet) li dar dixe.

Koma Xwendin û Nirxandina Romanan heye û koma me mehê carekê dicive. Edebiyata cîhanê û ya kurdan dide ber hev, bi taybetî jî endamên komê romanên kurdî dixwînin û nirxandina wêjeya romanan tê kirin. Li gorî derfetan li ser romana ku hatiye nirxandin nerînên xwe dinivîsin. Ev kom nêzî 30 kesane û ji çar aliyên cîhanê wêjehezan tîne ba hev.

Xebata Atolyeyî ya Helbestan heye ku ev xebata me xebateke taybet e bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê û bi hevkariya Komelaya Wêjekarên Kurd, Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê tê li darxistin. Ev atolye wek ders/panel tên lidarxistin. 70 kesên ku dixwazin ji helbestên cîhanê baş fêm bikin an jî helbestan binivîsin, tev li vê komxebatê dibin. Beşderên ji çar aliyên cîhanê tev lê dibin. Ev komxebata me heftê rojekê dicive û 2 saetan didome; saeta ewil wek ders saeta duyemîn jî li ser mijarê pirs û bersivan didome. Her beşderek dawiya komxebatê ew ê bi helbestê tev li pêşbirkê bibe û jê yên hatibin hilbijartin ew ê wek pirtûkek helbestê ya berhema komxebatê bê weşandin. Di encama komxebatê de em ê sertifîkayê bidin hemû beşderan.

Kar û xebatên me yên ku bi saziyên Swêdê re didomin hene ku ew jî; dersên zimanê kurdî û dersên komputirê yên teknîkî ne. Her wiha, kar û xebatênme yên bi saziyên din re jî ev in; em beşdarî kampanya "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî û perwerdeyê" bûn û vê kampanyayê dimeşînin. Me ji rêveberiya başûr û rojavayê Kurdistanê re pêşniyaz kir li gel perwerdeya zaravayên sereke hemû zaravayên kurdî fêrî xwendevanan bikin.
Têkilî û xebatên Enstîtuya Kurdî li Stockholmê bi Komeleya Mamosteyên Zimanê Kurdî ya Swêdê, Navenda Pedagojiya Kurdî (KurdPed), Enstîtuya Kurdî a Almanyayê, Enstîtuya Kurdî a Brukselê, Yekitiya Mamosteyên Kurd a Ewropa-YMK’ê re hene.

Di dawî de em wek Enstîtuya Kurdî a Stockholmê pêşengî û piştgirya pêşniyaz, kampanya, daxuyaniyên li ser ziman, edebiyat siyaseta li ser Kurdistanê dikin û dimeşînin.

Bêguman rol û mîsyona ku dikeve ser milê enstîtuyan kêm zêde kar û xebatên wan zelal in lê dema ku mirov kurd be bêguman ji wan kar û xebatan zêdetir dikeve ser milê mirov, çi cudahiya kar û xebatên we ji yên enstîtuyeke gelekî din heye?

Kar û xebata enstîtuya welatekî bindest ku di bin nîrê hebûn û nebûnê de têkoşîna xwe dimeşîne, wê kar û xebatên wan jî gelekî cudatir be. Em jî wekî gelê kurd heta van salên dawî me şerê man û nemanê dikir, lê niha ku me nefesek biçûk standibe jî hê em li pêşberî wê telûkeyê li ser piyan e û li ber xwe didin. Lewre jî ne tenê enstîtu lê hemû saziyên me yên din jî ji yên welat û gelên din cuda ne. Kar û xebata ku em pêk tînin ji ya sazî û rewşenbîrên gelên din cuda ye. Wekî mînak sazî û enstîtuyên welatên din li ser pîşeyekê kar û xebatên xwe dikin, yek tê dibêje ew ê xebatên xwe li ser vê mijarê bikin. Wekî mînak yek dibêje ew ê xebata enstîtuya xwe li ser kulîlkên welatê xwe bikin û wiha mirov dikare gelek mînakên din jî bêje.

Mixabin enstîtuyên me dema ku tên avakirin û hemû saziyên me yên din jî wiha ne, ji ber ku gelek karên ku nehatine kirin hene, lewre jî em gelek tiştan didin pêşiya xwe. Bi çand , ziman û wêjeyê re em siyasetê jî didin pêşiya xwe, pê re jî em dîplomasiyê jî didin pêşiya xwe. Her em difikirin ku ka gelo em ê çiqas gelê xwe bi cîhanê bidin nasî; em ê çiqas dikaribin xwedî derkevin li vî zimanê ku hatiye qedexekirin û înkarkirin.

Yek ji rolên me ew e ku ev dîroka bi derewan hatiye dagirtin, gelo em ê çiqas dikarin li dijî vê yekê bibin bersiv û rastiyan derxin holê. Lewre jî em mecbûr in ku li kêleka çand, wêje û ziman karên siyaset û dîplomasiyê jî bikin û tevan bi hev re bimeşînin.

Hin caran rexne li gelê me yên ku li welatên Ewropayê dijîn jî dibe; dibêjin tevî ku li wir qedexe û tirs jî tune ye dîsa zêde xwedî li zimanê xwe dernakevin. Gelo li Swêdê ev rewş çawa ye, çawa nêzî mijara ziman dibin û li wir xwedîderketineke çawa li ziman heye?

Rast e, dibe ku li hin welatên Ewropayê ew hebe lê li Swêdê ji berê de ev yek bûye wekî çandekê. Ez dikarim bêjim ji sedî 90 ji kurdên her çar beşên Kurdistanê yên ku li vî welatî dijîn di mala xwe de û bi hev du re bi kurdî diaxifin. Di dibistanan de jî mafê perwerdeyê ne tenê yê kurdan yê hemû gelên ku li vir dijîn heye ku ji baxçeyê zarokan heta lîseyê hin dersan bi zimanê xwe jî dibînin. Piştî baxçeyê zarokan ji pola 3’yan pê de êdî puanan jî didin xwendekaran anku çiqasî ew di zimanê xwe de serkeftî û baş in.

Dema ku zarok di zimanê xwe de qels bin û nikaribin xwe baş bînin ziman nikare derbasî poleke din bibe. Lê bi van îmkanan tevî jî divê em ji bîr nekin ku dema zarok li van welatan ji dayik dibe divê em bala xwe bidin ser wê yekê ka ew zarok bi çi zimanî lîtikên xwe dilîzin. Gelo bi swêdî dilîze an bi kurdî, gelo bi hevalên xwe re bi kurdî diaxive yan bi swêdî. Dema em bala xwe bidin vê yekê em dibînin ku di taxekê de ji sedî 90 swêdî ne, ji wî sedî 10’ê mayî jî zimanên din in ji wî sedî 10’î jî dibe ku kurdî 1 an jî 2 be. Her wiha zimanê kolanê û zimanê sûkê jî swêdî ye, ji ber ku kurd tev ne li bajarekî an jî taxekê yan jî gundekî dijîn ku