Tifaqa bêdilî

Ji ber rewşa li Sûriyeyê çavê herkesî li ser Tirkiye û Amerîkayê ye. Lê pêwîst e mirov hêza herî sereke û diyarker Rûsya jî nede milekî. Li gorî wê bikaribe rewşa herêmê binîrxîne.

1 deqe xwendin

Ji ber rewşa li Sûriyeyê çavê herkesî li ser Tirkiye û Amerîkayê ye. Lê pêwîst e mirov hêza herî sereke û diyarker Rûsya jî nede milekî. Li gorî wê bikaribe rewşa herêmê binîrxîne. Bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, di tekîliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê de dengeya heyî lewaz bû. Li gor vê rewşa heyî her kesên rewşa herêmê dinirxîne pirsa “gelo wê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevkariyek stratejîk pêk were an na?” kir.

Lê rastiya ku di dîrokê de hatiye jiyîn tu îhtîmalî nade ku hevkariya di navbera van her du dewletan de pêk bê. Sedema vê ya herî hêsan jî mirov dikare bêje, ji ber armanc û stratejiyên van her du dewletan ji hev pir dûr in. Ji milê din ve jî ev her du dewlet li herêmê rakîbê hev in.

Rast e, di dîrokê de gelek caran Tirkiye û Rûsya di nav hevkariyê de bûn, lê ev hevkariya wan tu carî veneguheriye asteke stratejîk. Her dem di asteke statîk ango taktîkî de maye. Yanî li gorrewşa heyî hevkariya xwe berdewam kirine. Lê bi dawîhatina vê rewşa heyî ve hevkariyên wan jî bidawî bû ye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî mirov dikare rewşa li Sûriyeyê tê jiyîn binirxîne.

Niha li ser erdnîgariya Sûriyeyê berjewendiyên her du dewletan dihêle ku ew bi hev re di nav diyalogê de ango di nav tekîliyê de bin. Tirkiye jî dizane ku di mijara Sûriyeyê de dewleta herî bi hêz Rûsya ye û bêyî destûra vê dewletê ne gengaz e ku wê bikaribe tu gavan bavêje. Lewma heya ji destê Tirkiyeyê tê dixwaze di qadê de ew û Rûsya neyên beramberî hev. Rûsya jî dizane ku ger bi Tirkiyê re li hev neke wê nikaribe li Sûriyeyê aramiyê, ango îstikrarê ava bike. Ji ber vê yekê Rûsya hin mijarên Tirkiyeyê li ser ferz dikir neçar bû ku qebûl bike. Operasyona ‘Bariş Pinari’ jî yek ji van mijara ne. Lê piştî li herêmê berjewendiyên wan nemînin ango bidawî bibin, gelo ew ê staratejîya her du dewletan jî vegere asta berê, yanî hevaltî û dostaniya wan ew ê bi dawî were an na?