Tirkiye dixwaze Amirî yê ku Îranê cezayê darvekirinê dayê radest bike

Tirkiye, hewl dide aktivîstê beluc Morteza Amirî ku li Îranê biryara darvekirina wî heye û malbata wî bişîne Îranê.

1 deqe xwendin
Tirkiye dixwaze Amirî yê ku Îranê cezayê darvekirinê dayê radest bike

Akivîstê mafên mirovan Morteza Amirî, ji ber dosyayên der heqê wî de û biryara darvekirinê, di sala 2014an de ji neçarî ji Îranê koçî Tirkiyeyê kir. Amirî, hevjîna wî Shahrbanou Beykramiani ku nexweşxa penceşêrê ye û zarokên wî Sepehr û Adrian di 18ê sibatê de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Denîzliyê. 

Komeleya Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku tê xwestin malbat were dersînorkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heke Amirî were dersînorkirin dê bi xetereya darvekirinê rû bi rû bimîne. 

IHRNGOyê di daxuyaniya xwe de got: “Parastvanê mafên mirovan Morteza Amirî ê îranî-beluc, li Denîzliyê hat binçavkirin û hat ragihandin ku dê di rojên pêş de bişînin Îranê. Morteza Amirî, beriya niha li Îranê hatibû girtin û ji bo îtîrafên sexte pê bidin gotin îşkence lê hatibû kirin. Ji malbata wî re jî hatibû gotin ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Morteza Amirî, piştî bi demkî hat berdan, karî ji Îranê bireve û di sala 2014an de hat Tirkiyeyê. Aktivîstê mafên mirovan e û ji destpêka sala 2025an ve jî di IHRNGOyê de çalak dixebite. 

Hevjîna wî Shahrbanou ku nexweşxa penceşêrê ye, dê di 20ê Sibata 2026an de li nexweşxaneyê bihata emeliyatkirin. Herwiha du zarokên wan ên ciwan hene. Dersînorkirina Morteza Amirî dê xetereyeke mezin li ser wî çêbike û xetereyê li ser jiyana hevjîna wî jî çêbike. Bi dersînorkirina wî re dê rêgeza paşveneşandinê bi awayekî aşkera bê binpêkirin. IHRNGO, ji meqamên tirk daxwaz dike ku vê biryara dersînorkirinê tavilê bide sekinandin.”