Tiryak amûra şerê bêdeng ê rizandina civakê ye
Di 26ê Nîsanê de Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûrê ya Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand.

Di 26ê Nîsanê de Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûrê ya Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand. Nûnerên partî, rêxistin, saziyên civakî û şaredarên bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Platformê di nava 2 mehan de meşên girseyî li dar xistin û li tax û kolanan belavokên ku civakê hişyar bikin belav kirin. Dîsa li gelek parkan kon vedan û xwest balê bikişîne ser talûkeya tiryakê. Têkildarî mijarê em bi Hevberdevka Platforma Li Dijî Tiryakê Şiyar Be Gulşen Demîr re axivîn. Pirsû bersivê me wiha ne:
Platforma li dijî Tiryakê Hişyar be çima pêdivî bi vê têkoşîn û xebatê dît. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê tiryak di çi rewşê de ye?
Wekî "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê", me piştî pêvajoyekê amadekariyê ya ku bi qasî pênc mehan dom kir, di 26ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê damezrandina xwe îlan kir. Di vê pêvajoya amadekariyê de, me bi taybetî hewl da li ser daneyên şaredariyan lêkolîn bikin. Yek ji encamên vanlêkolînan ew e ku temenê kesên ku tiryakê bikartînin li Amed û Kurdistanê daketiye 9 saliyê. Vê rastiyê nişanî me da ku pêwîstiya afirandina hişmendiyeke cidî li ser vê mijarê heye. Ev nirxandineke hevpar a hemû saziyên ku pêkhateyên platforma me ne. Mirov nikare vê rastiyê ji polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê têne jiyîn serbixwe bigire dest.
Beriya îlankirina platformê we xebateke çawa meşand?
Pêwîstiya ragihandina bilez a platforma me û hişyarkirina raya giştî, bi taybetî malbatan, afirandiye. Berî ku em platforma xwe îlan bikin, me girîng dît ku em bi hemû beşên civakê re civînan li dar bixin û li ser vê mijarê raman û pêşniyaran pêşkêş bikin. Bi taybetî me bi rêxistinên civaka sivîl ên ji hemû beşên civakê re civîn li dar xistin, û teqezkir ku bengîtiya bi madeyên hişbir nikare ji polîtîkayên şerê taybet cudatir were nirxandin, û bengîtî ji bo gelek kesan bi nêrînên cûda bûye pirsgirêkeke hevpar û ji ber vê yekê têkoşîneke hevpar pêdivî ye. Bi rastî,me karê xwe lezand, ji ber ku me dizanibû beşdarbûneke xurt di meşa ku me beriya deklarasyonê di 26ê Nîsanê de li dar xist de dê peyamekê bigihîne cihên rast, û piştî meşa me, tevî hemû astengiyan jî me metna deklarasyona xwe bi rayagiştî re parve kir.
Pirsgirêka hişbirê hûn çawa dinirxînin? Çima bi taybet ciwanan dixin nava vê torê?
Madeyên hişbir ne tenê pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Ew yek ji amûrên şer ên herî sofîstîke yên serdema nûjen e. Belavbûna madeyên hişbir, nemaze li erdnîgariyên ku xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ne wekî Kurdistanê, berhema siyaseteke hişmend e ku armanc dike potansiyela şoreşgerî ya ciwanan ji holê rake û hêza xweparastinê ya civakê felc bike. Ev ne tesaduf e; rêbazeke şer e.
Yek ji şêweyên herî qirêj ên şerê taybet ê ku dewlet li Kurdistanê dimeşîne, êrişên li ser ciwanan e ku wan ji nasnameya wan bêpar dike û îradeya wan qels dike. Ev êriş ne bi şîdeta fîzîkî ya rasterast lê bi madeyên hişbir, fihûş, pornografî, bengîtiya dîjîtalû çandeke xerîdar a xirabkirî têne kirin. Ji ber ku dijmin êdî tenê bi çekan şer nake; ew bi rizîbûna civakê ji hundir ve, ji eslê wê veqetandin û ziwakirina damarên berxwedanê şer dike.
Astengiyên li pêş têkoşîna li dijî hişbirê çine? Rola saziyên sivîl çiye?
Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk bi bîreke civakî ya xurt polîtîkayên wisa yên gendeliyê ne. Cur bi cur amûrên dewletê, nemaze di demên krîza aborî de, ciwanan ber bi van xefikan ve dibe. Malbatan bêçare dihêle û çalakiyên civaka sivîl krîmînalîze dike. Nîşan dide ku ev şerê taybet bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Li pişt madeyên hişbir ên ku bi serbestî di nav taxan de belav dibin, îradeyek heye. Ev ne tenê xerabkariya takekesî ye. Lê celebekî kolektîf ê dagirkeriyê ye. Ji ber vê yekê, rola civaka sivîl divê ne tenê pêkanîna çalakiyên kêmkirina zirarê be, lê di heman demê de eşkerekirina vî şerê qirêj û pêşxistina polîtîkayên ku armanca wan avakirina jiyaneke azadîxwaz û kolektîf li dijî wî ye. Her ciwanek ne tenê takekesek e ku were rizgarkirin; ew hêzeke civakî ye ku were rêxistin kirin. Taxeke bê madeyên hişbir qadeke azadiyê ye. Her perçeyeke civakê ya ji tiryakê rizgarbûyî qadeke têkoşînê ye ku mirov hêza xweparastinê lê ji nû ve bi dest dixe.
Platformê di nava 2 mehan de xebatên çawa kirin?
Ji roja ku em wekî platform hatin ragihandin heya niha, me girîngiyeke mezin da xebata li kolanan. Me li sê navçeyên cuda meşên bi girseyi li dar xistin û ji bo parvekirina broşûrên agahdariyê yên ku me amade kirine bi esnaf û welatiyan re çalakiyên cir bi cir li darxistin. Piştî meşa li Parka Rojava, me li Parka Rojava hefteyekê kon danîn û hewl da ku em bi ciwan, jin û malbatan re werin cem hev. Serdanên nûnerên saziyên me bo wan konan û nîqaşên wan ên li ser bikaranina madeyên hişbir, rê da malbat û ciwanên me yên ku ji axaftina li ser vê pirsgirêkê dudil bûn. Bêyî ku mîna yên din hîs bikin, pirsgirêkên xwe derbibirin ûji bo dîtina çareseriyekê alîkarî bixwazin. Me li parkê broşurên agahdariyê bi mêvanên xwe re belav kirin, bi tevlêkirina çalakiyên çandî yên cur bi cur di nobedariya konên xwe de me bi malbat û ciwanan re têkiliyeke nêzîk danî. Wekî din, civaknas û psîkologên me yên ku li Yekîneya bengîtiya madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebitin, li ser bengîtiya madeyan pêşkêşî kirin û bi vî awayî, agahdarî ji malbatan re hat dayîn da ku di vê mijarê de baldartir bin. Piştî nobedariya me ya hefteyekê li Parka Rojava, me kon û çalakiyên xwe veguheztin Parka Koşuyolu û li wir sê rojan çalakiyên bi vî rengî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de, malbat û ciwanên ku hatin konên me ji hebûna platformek ku li dijî îstismara madeyên hişbir têdikoşe û dikare her cure alîkariyên pêwîst di vî warî de peyda bike, hawîrdorek hat afirandin ku ciwan, jin û zarok dikarin xwe îfade bikin û ji bêhêvîtiyê birevin. Her wiha gengaz bû ku bi nûnerên saziyên ku li ser vê mijarê serdana me kirin re bi awa


