TJA: Em ê hesabê bûyera Dîlan Karaman bipirsin
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî jiyana xwe ji dest dana Dîlan Karaman daxuyaniyek belav kir. TJAyê destnîşan kir ku ew ê darizandina fail Mazlum Toprak, xemsariya Wezareta Tenduristiyê û radestkirina parlamenter Saliha Aydenîz a ji bo desteyên dîsîplînê bi biryardarî bişopînin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê Dîlan Karaman a ku di encama çerxa şîdetê de ber bi întîharê ve hatibû dehfdan û jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke berfireh weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şopandina dozên qetilkirin û windakirina jinan parçeyekî bingehîn ê kevneşopiya têkoşîna TJAyê ye û peyama "Em ê hesabê bipirsin û rê nedin siyaseta bêcezahiştinê" hat dayîn.
Em ê hesabê birarsin
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji destpêka salên 2000î ve tevgera jinan bi hemû pêkhateyên xwe li dijî qirkirina jinan têkoşiyaye. TJAyê destnîşan kir ku ji roja Dîlan Karaman rakirine nexweşxaneyê û heta niha, hiqûqnasên wan her qonaxa lêpirsînê bi aktîfî dişopînin û wekî aliyekî dozê ew ê ji bo ku failê şîdetê Mazlum Toprak cezayê herî giran bigire, têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
Rexnedayîna rêxistinî û berpirsyariya cîvakî
TJAyê di metnê de cih da rexnedayîneke xurt jî û diyar kir ku agahiyên sînordar ên derbarê jiyana Dîlanê de, kêmasiya wan a derxistina wê ya ji çerxa şîdetê nîşan dide. TJAyê wiha got: "Em berpirsyariya ku me nekarî hevgirtina ku rêhevaltiya jinan hewce dike xurtir ava bikin, hildigirin." Lê belê tevgerê tekez kir ku ev rexnedayîn, di heman demê de hinceta xurtkirina têkoşîna li hemberî berpirsyaran e. Hat destnîşankirin ku mirina Dîlanê ne bûyereke xweser e, lê encama şîdeta mêr, rolên zayendperest, zexta sîstematîk û xemsariya saziyan e.
Gengazî wê werin şopandin
TJAyê windayiya Dîlan Karaman weke berpirsyariyeke kolektîf pênase kir û sê xalên bingehîn ên ku wê heta dawiyê bişopînin wiha rêz kirin:
Darizandina fail: Em ê bişopînin ku der barê fail Mazlum Toprak de lêpirsîneke bibandor bê meşandin, bê girtin û cezayê herî giran bigire.
Xemsariya Dewletê: Em ê hesabpirsîna hiqûqî ya ji bo bicihneanîna berpirsyariyên Wezareta Tenduristiyê ya dewletê û xebatkarên wê yên piştî întîharê, bişopînin.
Mobbînga Siyasî û Saziyî: Em ê bibin şopdar ku berpirsyarên yekem ên mobbînga ku Dîlan rû bi rû maye; partiya siyasî û parlamenter Saliha Aydenîz a ku ew bi hev re xebitîne, sewqî desteyên dîsîplînê yên partiyê werin kirin û mueyîdeyên pêwîst werin sepandin.


