TJA: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadan bin
TJAyê li Mûşê starta rêzeçalakiyên xwe yên 8ê Adarê bi daxuyaniyekê da û da zanîn ku ew ê mal bi mal, kolan bi kolan hem 8ê Adarê û hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), starta rêzeçalakiyên xwe yên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Bajêr a Mûşê da. Di startê de pankarta bi tirkî û kurdî ya “Em bi berxwedanê azad bibin, civaka demokratîk dihonin” hate vekirin. Nûnerên jin ên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr tev li çalakiyê bûn.
8ê Adarê dengê herî bi hêz yê aştiyê ye
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rastiya dîrokî ya 8ê Adarê û wiha got: “Sîstema kapîtalîst bi erzan dîtin û nexuyakirina keda jinê, mêtingeriyê kûrtir dike, barê krîzan dixe ser milê jinan. Lê belê em dizanin ku bêedaletî ne qeder e, tundî ne neçarî ye û mêtingerî ne zagona xwezayê ye. Koçberiya bi zorê, xizanî û bêewlehî jinan lawaztir dike, em jin 8ê Adarê di heman demê de wekî dengê herî bi hêz ê aştiyê dibînin.”
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em ê li qadan bin
Çîçek Tutuş bi bîr xist ku gava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” avêtiye, ji bo jinan jî qonaxeke girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê, em vê bangê ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gel û jinên ku di nav çerxa rûxîner a modernîteya kapîtalîst de asê mane, wekî deriyekî dîrokî ya ji derketina vê rewşê dibînin. Em vê bangê wekî xwedîderketina li nirxên bi berxwedanê hatine qezenckirin û veguherandina hêza avaker a civaka demokratîk dibînin. Em jinên ku di têkoşîna civakîbûna aştiyê de pêşengiyê dikin, ji bo serkeftina vê pêvajoyê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê ye, mîna duh em ê îro jî li qadan û meydanan bin.”
Piştre Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan axivî û ev tişt gotin: “Em ê bi hebûna xwe ya li qadan, heta 8ê Adarê têkoşîna xwe mezin bikin. Mal bi mal, kolan bi kolan em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin.”
Daxuyani piştî axaftinan bi berzkirina diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” û gerandina govendê bi dawî bû.


