TJAyê deklarasyona 8ê Adarê aşkera kir
TJAyê, di deklarasyona 8ê Adarê de got: “Ji bo me, 8ê Adarê êdî ne tenê rojek berxwedanê ye, pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma “Em berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hat hilgirtin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Metna bi kurdî ya daxuyaniyê ji hêla Ayşegul Ayaz û ya bi tirkî jî aliyê Sebahat Tuncel ve hat xwend.
Deklarasyona bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” wiha ye: “Di 8ê Adara sala 1857an de piştî ku li New Yorkê jinên karker ên li tekstîlê ku ji bo mafê heqdesta xwe ya wekhev li ber xwe dan hatin kuştin, di enternasyonala duyemîn de Roja 8ê Adarê wek roja jinan kedkar hat îlankirin. Ji wê rojê heta îrorojê li tevahiya cîhanê ligel daxwaziya wekhev mafê jinan ê di kar de; li hember hemû newekhevî, tundî, tunnehesibandin, mêtingeriyê mafê wekhevî, azadî û aştiyê li ber xwe dan û derketin qadan. 8ê Adarê bû dîroka ku jin daxwaza jiyaneke çawa dixwazin.
Erdnîgariya Kurdistanê her sal bi berfirehkirin û kûrkirina berxwedanê vê roja 8ê Adarê pêşwazî dike. Di 8ê Adara îsal de jî em ne tenê wek rojeke bîranînê her wiha wek roja xeleka berxwedanê mezintir û bi hêztir dikin. Rastiya ku jin îro pê re rû bi rû dimînin, rejîmek êrişkar a rêxistinkirî ye ku sînorên welatên takekesî derbas dike. Herçiqas ku ev rejîm hiş, beden, ked, deng û îradeya jinan hedef digire jî, bersiva jinan xetek berxwedanê ya dîrokî û gerdûnî ye ku sînorên herêmî derbas dike.
Çaryeka yekem a sedsala 21an berê dîrokek nivîsandiye ku tê de ev xeta berxwedanê tûj bûye û nakokiyên di navbera modernîteya kapîtalîst û hêzên komunal ên demokratîk de heta radeya xwe ya herî mezin kûr bûne. Di serê sedsala 21emîn de ku ev xeta berxwedanê her diçe dijwartir dibe û nakokiyên modernîteya kapîtalîst û hêzên demokratîk ên komunal kûrtir dibin, ji niha ve nivîsiye.
Îro ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de bangeke dîrokî ye ji bo berxwedan, hevgirtin û têkoşîna wekheviyê. Îro roj roja bilindkirina dengê bi milyonan jinan ku keda wan nayê dîtin, tacîz û tecawiza li ser wan hatî normalîzekirin, jiyana wan tê kontrolkirin, mehkûmî newekheviyê hatî kirin û her bi tundî û komkujiyan re rû bi rû mayî re û li dijî vê yekê xwe bi rêxistin kirine.
Jin tên kuştin
Jin hîn jî li malê, li kar, li kolanan, li Zanîngehan, li kargehan û li zeviyan bi curbecur cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Tundiya fizîkî, zexta psîkolojîk, girêdayîbûna aborî, bêewlehî û polîtîkayên bêcezatiyê mafê jinan ê jiyan, azadî û rûmetê hedef digirin. Tundiya sîstematîk ku li ser her jinekê bi tevahî tê kirin, ji hêla kesên ku armanc dikin newekheviyê ji nû ve têxin meriyetê û pergalekê ku jin tê de teslîm bibin ava bikin û bidomînin, bi berdewamî wekî amûra mutleq a pergalê di meriyetê de tê hiştin. Jixwe encamên qeydên fermî jî nîşanî me didin ku di sala 2024an de herî kêm 394 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, bi sedan jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine û di sala 2025an de di navbera 391 û 420 jin de hatine kuştin. Jixwe dema berê xwe didin van daneyan jî em dibînin ku jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve yên wek bav, bira, hevjîn, kur, hevjinan berê, dergistî û hwd ve tên kuştin. Tundiya heyî ne tenê wek kuştinê herwiha rastî cureyên tundiya psîkolojîk, êrişên fizîkî, tundiya tacîzê, tundiya gefxwarinê û hwd jî tên.
Dema em bala xwe didinê ne tenê hejmarên li Tirkiyeyê, di heman demê de di daneyên ji çar aliyên cîhanê de jî dişibin hev nîşan didin ku tundiya li ser jinan êrişeke sîstematîk e. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li seranserê cîhanê di her 10 deqîqeyan de jinek an zarokeke keç ji aliyê zilamekî herî nêzî xwe ve tê kuştin. Ev yek, careke din îspat dike ku tundiya li ser jinan ne bûyerek tenê ye, berhema pergala kapîtalîst a bi serdestiya mêran e.Armanc ew e ku jinan bi rêya newekheviya zayendî, çanda bêcezatiyê û polîtîkayên ku qadên jiyanê yên wan sînordar dikin, bifetisînin.
Keda jinan erzan tê dîtin
Feraseta pergala kapîtalîst, ku keda jinan hem wekî çavkaniyek erzan a bêdawî dibîne, bi xebitandina jinan bi mûçeyên kêmtir, mehkûmkirina wan a bi karên ne ewle, nexuyakirina karê lênêrînê û bê berdêl di bin navê berpirsiyariya xwezayî de xwe didomîne, bi vî rengî îstismara jinan kûrtir dike û barê krîzan diavêje ser milên jinan. Ne tesaduf e ku keda jinan tekerên vê pergalê dizivirîne, lê ew ji mekanîzmayên biryardanê têne dûrxistin; ev êrişek sîstematîk e.
Em dizanin ku; newekhevî ne çarenûs e. Tunehesinban û istismarkirin ne qanûnek xwezayê ye. Em jin ji bo guhertina vê pergala komkujî û kedxwariya li ser jinan, têdikoşin. Ji bo pirsên çi bikin, çawa bijîn û ji ku dest pê bikin, em bersiv didin ku divê em ji bo azadiya xwe xwe birêxistin bikin û bi avakirina sîstema komunal a rizgariya jinan têbikoşin.
Şer ne tenê li meydanên şer tê kirin. Şer di laş, ked û jiyana jinan de tê kirin. Şerên çekdarî jinan ber bi koçberiya bi darê zorê, xizanî û bêewlehiyê ve dibin. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku 8ê Adarê di heman demê de dengê herî xurt ê aştiyê li dijî polîtîkayên şer e.
Têkoşîna rizgariya jinan a ku îro li çaraliyê cîhanê mezin dibe, rastiyekî aşkere dike; pergala ku ji hêla mêran ve serdest e, ne tenê bi rêya zordariyê, di heman demê de bi rêya kedxwariya rêxistinkirî û torên sûc, li dijî jin, zarok û mirovahiyê di asteke herî qirêj de, sûcên dike. Me ev yek di doza Epstein de jî dît ku bedena jinan ji aliyê têkiliyên di navbera hêzên kurewî de jî hatiye bikaranîn. Ev ne tenê skandaleke; ev aşkerekirina tundiya sazûmanî ya li dijî jinan e ku ji hêla komeke kujerên kastîk e. Kujerê kastîk ku bi hezaran salan tundiya li ser jinan organîze kiriye, îro jî bi şik û şêweyên nû xwe didomîne, tundiyê wekî çekek bihêz bikar tîne da ku civakan bi rêya jinan kontrol bike.
Heman zîhniyet li Afganistanê bi rêya qanûnan hewl dide nefesa jinan, deng û hebûna wan tune bike; li Îran û Rojhilat lêgerîna azadiyê ya jinan rastî tundiya aşkere tê; têkoşîna azadiya jinan li Rojava û Sûriyeyê ji aliyê DAIŞ û çeteyên mîna wan ve ji bo talankirinê tê hedefgirtin; û li Venezuelayê, revandin li ber çavên cîhanê tên kirin. Ev yek careke din nîşanî me dide ku îradeya gel di bin gefeke mezin de ye. Yanî pergala serdest a mêran, li deverên cuda yên cîhanê, di bin maskên cuda de, tundiya xwe li dijî jinan didomîne. Lê tiştê ku li hemberî vê tarîtiyê mezin dibe ne teslîmbûn e; berxwedana jinan a li seranserê cîhanê ye. Û di vê 8ê Adara îsal de jî em tev bi hev re di dem û pêvajoyeke girîng de derbas dibin.
Berxwedana Rojava
Di vê çarçova kurewî de, em 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi berxwedana ku li hemberî êrişên li ser Şoreşa Rojava ya Jinan bandor li tevahiya cîhanê kiriye, bi ruhê Yekitiya Neteweyî ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û bi hişmendiya neteweyî ya demokratîk a ku têl bi têl tê hûnandin, pêşwazî dikin. Li Rojava, rastiyeke ku bi temsîlkirina jiyaneke demokratîk û azad, deriyekî nû ji tevahiya cîhanê re vekiriye, jin hem di pêvajoya şoreşgerî de û hem jî di parastina vê şoreşê de rêya jiyaneke azad vedikin. Rojava wekî qadeke berxwedanê tê parastin ku jin ne tenê lê xwepêşandanan dikin, di heman demê de jiyanê ji nû ve ava dikin. Modela jiyana demokratîk a ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û hişmediya serdestiya mêran qebûl nake, tê hedefgirtin. Lê her êrişek, berevajî bendewariyên serdestan, berxwedanê geştor dike. Heta îradeya ku bi keziyan derdikeve holê jî vê yekê nîşan dide: berxwedana jinan carinan bîra kolektîf a civakê di sembolekê de, carinan bi peyvekê, carinan jî di bedenekî de şiyar dike.
Divê ew ruhê yekitiya neteweyî ku piştî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê derketiye holê jî wekî berdewamiya dîrokî ya vê hişmendî û berxwedanê were dîtin. Ji ber ku jin pir baş dizanin; parçebûn îradeyê dişkîne, yekitî berxwedanê xurt dike. Nîşandana hevgirtinê ya vê dawiyê ne tenê reflekseke siyasî ye; ew di heman demê de rêbazeke pêwîst a parastina jiyanê ye. Me dît ku ev yekitî di dema pêşengtiya deskeftiyên jinan de digihêje wateya xwe û armanca van êrişan a bingehîn jî tunekirina paradîgmaya jinan bû. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinan bû li hemû deverên cîhanê gel rabû li ser pêyan û parastina Rojava kirin. Rojava ji bo hemû jinan jiyaneke azad pêşkêş dike û parastina vê jiyanê bûye berpirsiyariya hemû jinan.
Dema ku çandeke berxwedanê bi wêrekiya jiyana hevbeş di nav cudahiyan de were hûnandin, wê demê azadiya civakî jî tê avakirin. Tam ji ber vê yekê jî Rojava ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelê cîhanê yên ku lêgerîna wan ji bo azadiyê heyî xwedî lê derketin. Vê yekê jî nîşanî me da ku şoreşa Rojava ne tenê wek piştgirî ji bilî wê, bû kirdeya şoreşê û her wiha tevgera şoreşê ya sedsala 21emîn a herî mezin û navê xwe li rûpelên dîrokê nivisî.
Lê belê zêdebûna êrişên nijadperest, netewperest û yekperest ên vê dawiyê li herêmê û cîhanê ne tenê îradeya jiyana bi hev re ya gelan, lê di heman demê de paradîgmaya neteweya demokratîk a ku azadiya jinan diparêze jî hedef girtiye. Ji ber ku ev paradîgma li dijî pergala mêrserdest û li dijî aqlê desthilatdariyê ava dike; navnîşana wekhevî, pirrengî û jiyaneke azad datîne holê. Êrişên li ser neteweya demokratîk û gotinên wek wekheviya gelan hilweşiya ango êrişên îdeolojîk û polîtîk di bingeha xwe de yên li ser jiyana ku jinan bi berxwedanê avakirine. Herwiha tirsa li hemberî modela jiyana azad e.
Banga 27ê Sibatê
Em wek TJAyê li hemberî van êrişan, li dora perspektîfa neteweya demokratîk ku hemû nasname bi îradeya xwe ya azad bi hev re dijîn, hîn xurttir dibin yek; em bi berxwedanê îradeya jiyaneke hevpar a li ser bingeha azadiya jinan diparêzin. Li ser vê axa qedîm û di vê dema ku dixwazin pirrengiya nasnameyan bi hev bê tunekirin de, bi gavên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk avêt, ne tenê ji bo Kurdistanê herwiha ji bo hemû civakên ku di navbera çerxa modernîteya kapîtalîst de mayî û ji bo hemû jinan wek deriyekî dîrokî ye. Em vê bangewaziyê wekî bangek ji bo veguherandina ezmûna bi berxwedanê hatî bidestxistin, ji bo hêzek damezirîner a civakek demokratîk dibînin û lê xwedî derkevin.
Em jinan ku di têkoşîna civakîbûna aştiyê de roleke pêşeng girtine ser milê xwe, em ê îro jî wekî duh li meydanan ji bo serkeftina vê pêvajoyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê û ji bo ku pêvajoya aştiyê bi civateke demokratîk ve were avakirin, em ê li qadan bin. Ji ber ku em jin dizanin ku bêyî misogerkirina azadiya jinan ti aştî namîne; û civakeke demokratîk tenê bi berxwedana rêxistinkirî ya jinan dikare bi rastî pêk were.
Tişta ku em xeyal dikin sîstemeke jiyanê ye. Ev pergal pergaleke ku jiyana bi hezaran sala ye binpêkirina jinan vediguherîne îradeyake azad, dijberên feraseta civakî tevan yek bi yek hildiweşîne.
Bingeha wê fikrê ku jiyanek mimkun e ku tê de bawerî, nasname û ramanên cuda bi hev re bijîn û hemû qadên girîng ên ku ji ber tundî û zorê ya modernîteya kapîtalîst wêran bûne werin azadkirin, di nirxên ku bîra kolektîf a jinan ji rabirdûyê hildigire de ye.
Em jin, wekî damezrînerên jiyana hevbeş û pêşengên jiyana azad, bi berxwedana xwe û bi avakirina sîstema ku em diparêzin, bi hêza xwe ji nirxên xwe yên dîrokî digirin û jiyana koledar a ku îro li ser me hatiye ferzkirin red dikin.Em qeraxên çemên Dîcle û Firatê, ku jinan hezar sal berê komunên xwe li wir ava kirine, bi berxwedana xwe ji nû ve ava bikin û em bi rêya îdeolojî û pratîka azadiya rizgariya jinan, rêya azadiyê vedikin.Em bi parastina xwe ya li dijî kuştina jinan li eniyeke ji berê bihêztir pêşve diçin û em bi parastina xwe ya jinan têdikoşin ku her cure êrişên li dijî jin û xwezayê ji holê rakin.
Em di wê baweriyê de ne ku bi şoreşa ku di şexsê jinan de pêk were de wê hemû civak azad bibe. Bi rêhevalên xwe yên mêr ên ku îdia û pratîka wan a ji bo jiyaneke azad heye re em ê vê yekê pêk bînin. Em di avakirina hevjiyaneke azad de guherîn û veguherîna mêran a di nav pergala heyî de weke pêngaveke şoreş a herî mezin dibînin. Bi rastî, em dizanin ku jiyaneke li ser bingeha prensîbên wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk ku azadiya jin û civakê dide pêşiyê, tenê dikare bi jiyaneke sosyalîst, jiyaneke komunal ku ji hêla jinên azad û mêrên azad ve hatiye damezrandin, pêk were.
Divê em li dora Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bibin yek û bi hev re li dijî êrişên rêxistinkirî yên herêmî û cîhanî jiyaneke nû ava bikin. Êşa me hevpar e, têkoşîna me hevpar e. Niha, berpirsiyariya dîrokî li ser milê her yekî ji me ye ku em van veguherînin avakirina jiyaneke nû ya bi hev re.
Jin Jiyan Azadî bûye rûhê têkoşînê
Me di van salên dawiyê de careke din ev rihê têkoşînê yê hevpar dît ku felsefeya Jin, jiyan, azadî li çaraliyê cîhanê deng veda. Jinên li çaraliyê cîhanê, bi yek dengî, li dijî pergala serdest a mêran daketin kolanan û bi yek dengî Jin, jiyan, azadî qîriyan. Ji ber ku ev felsefe bûye ruhê têkoşîna ku bi dehan salan wekî felsefeya azadiya jinan hatiye avakirin.
Em jinên li çar aliyên cîhanê, bi taybetî jî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn vedixwînin ku di têkoşîna hevpar a li dijî êrişên pergala serdest a mêr de werin mil bidin milên me. Ji bo me, 8ê Adarê êdî ne tenê rojek berxwedanê ye, pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî. Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin û em 8ê Adarê ya her jinekê bi coşek mezin pîroz dikin. Bijî berxwedana jinan. Jin, jiyan, azadî.”
Daxuyanî, bi dirûşma Jin Jiyan Azadî û bi gerandina govendê bi dawî bû.


