TJAyê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Bakirkoyê bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist

TJAyê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Bakirkoyê bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist û bi belavokan gel vexwend Newrozê.

1 deqe xwendin
TJAyê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Bakirkoyê bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist

Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li Stenbolê jî amadehiyên pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist û belavokên vexwendina Newrozê belav kirin.

Bi meş, stran û belavokan vexwendin Newrozê

Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî li Qada Bakirkoyê kom bûn û dest bi meşê kirin. Jin bi erbaneyan meşiyan, stran gotin û gel vexwendin Newrozê.

Li Stenbolê Newroz dê di 22ê adarê de li qada Yenîkapiyê were pîrozkirin.