TJAyê ji bo Yenar Muhamed daxuyanî da

TJAyê bertek nîşanî kuştina seroka Rêxistina Rizgariya Jinên Iraqê (OWFI) Yenar Muhammed di 2ê adarê de ya li Bexdayê da û diyar kir ku ev êrîş taktîkek çavtirsandinê ya plankirî bû li dijî têkoşîna rêxistinkirî ya ji bo azadiya jinan di hefteya 8ê Adarê de ye.

1 deqe xwendin
TJAyê ji bo Yenar Muhamed daxuyanî da

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kuştina endama damezrîner û seroka Rêxistina Rizgariya Jinên Iraqê (OWFI) Yenar Muhammed, di 2ê adarê de li Bexdayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniyê bal kişand ser dema kuştinê û tekez kir ku ev êrîşa ku di hefteya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatiye kirin, ne tesaduf bû. TJA diyar kir ku ev êrîşa ku di demekê de hatiye kirin ku jin berxwedan û daxwazên xwe yên dîrokî yên ji bo azadiyê nîşan didin, taktîkek çavtirsandinê ya bi zanebûn li dijî hebûna kolektîf û siyasî ya jinan e.

Di daxuyaniyê de, ku tê de hat xwestin bila sûcdar û kesên li pişt êrîşê werin darizandin dinde wiha hat gotin, "Têkoşîna Yenar Muhammed dê bêencam nemîne. Her êrîşek li dijî jinan dê bi îradeyek hîn xurttir a rêxistinbûnê re rû bi rû bimîne."

Daxuyanî bi sersaxiyê ji malbat, hezkiriyên Yenar Muhammed û parêzvanên azadiya jinan, bi taybetî ji OWFI, bi dawî bû.