TJAyê li Hezoyê 8ê Adarê bi meşekê pîroz kir
TJAyê li Hezoyê ji bo 8ê Adarê meşeke girseyî pêk anî.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Hezo a Êlihê meşiyan. Jin ji têketina navçeyê heta Ofîsa petrolê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî’ meşiyan.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk piştî meşê da zanîn ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û di vê pêvajoyê de 8ê Adarê pêşwazî dikin. Gulîstan Sonuk daxuyakirin ku jin azad nebin civak jî azad nabe û wiha got: “ Li ku şer û pirsgirêk hebe em ê li wir jiyana nû ava bikin. Azadî li ku winda bibe em ê li wir bibînin. Em ê bişev û roj bixebitin û pêvajoyê bigihînin serkeftinê.”
Bername bi govendê bi dawî bû.


