Tora 8ê Adarê li Silêmaniyê 8ê Adarê pîroz kir
Tora 8ê Adarê bi meşekê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Ji Deriyê Sera ya Silêmaniyê kom bûn û meşiyan.

Tora 8ê Adarê di çalakiyê de daxuyanî da. Endama Tora 8ê Adarê Şede Beşîr daxuyanî xwend. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin. Şeda Beşîr bal kişandin ser qetilkirina jinan û got: “Qetilkirina jinan êrişeke cidî ye. Sûcê herî durindane û sûcê mirovahiyê ye. Daneyên qetilkirina jinan vê yekê nişanî me dide ku jin di bin gefeke ya metirsiya mezin de ne. Zagon jî nikarin jinan biparêzin.”
Piştre jî Endama Tora 8ê Adarê Çîmen Omer daxuyaniya Piştevaniya Ji bo Jinan xwend. Di dewama çalakiyê de li ser navê Nûnertiya Saziya Azadiya Jinan Kejal Ebulqadir daxuyaniyek xwend.


