Trîbunala Jinê ya 2026an dest pê bike
Trîbunala Jinê ya 2026an ku îro dê dest pê bike, dê li navenda TJK-E û Jineolojiyê atolye bê lidarxistin û di dawiya bernameyê de jî dê cih ji Şoreşa Jinê ya Rojava re bê veqetandin.

Bi wesîleya salvegera 50emîn a Dadgeha Navneteweyî ya Têkildarî Sûcên li dijî Jinê, Trîbunal a Jinê li Belçîkayê tê lidarxistin. Trîbunala Jinê 2026 îro li Brukselê destpê dike û wê heta roja Şemiyê li bajarê Anversê dewam bike.
Trîbunala Jinê ya 2026an, ku Madam Fortuna û Şanoya Arenberg jî di nav de ji aliyê gelek saziyan ve tê lidarxistin, îro li paytexta Belçîka Brukselê destpê dike. Di sê panelên cuda de ku wê bi sernavê '(Femînîst) Jinûve bidestxistina edaletê' li Zanîngeha Azad a Brukselê pêk werin, stratejiyên têkoşîna li dijî tundiya li jinê û pratîkên edaleta femînîst wê werin nîqaşkirin. Her wiha bi sernavê 'Edaleta sembolîk û berxwedana siyasî' wê edaleta pêvajoya derbasbûyî bi perspektîfeke femînîst bê nirxandin.
Trîbunala Jinê ku wê li Brukselê destpê bike, piştre wê cih biguhere û derbasî Anversê bibe. Êvara Pêncşemê wê li vê derê ji aliyê Kolektîfa Jinê ya 2026an ve performansa muzîk-şanoyê bê nîşandan. Performans ji aliyê Alix Konadu ve tê birêvebirin û ji Anvers, Marsîlya, Barcelona û Rotterdamê 40 jinan digihîne hev.
27ê adarê roja înê li Şanoya Arenberg a Anversê di bin navê Mozaîka Sosyo-Artîstîk bernameyeke dewlemend a ji atolyeyên afirîner, performansên artîstîk, pêşangeh, nîşandana fîlm û panelên nîqaşê tê pêşkêşkirin. Di vê beşa çalakiyê de Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E)û Navenda Jineolojiyê bi sernavê 'Xistina maskeya mîteolojiya baviksalariyê' atolyeyekê lidar dixin. Her wiha standa agahdarkirinê tê danîn.
28ê adarê roja şemiyê ku roja dawî ya Trîbunala Jinê ya 2026an e, li Anversê wê 500 jin li dora 50 maseyan bicivin û tecrûbeyên xwe yên têkildarî tundiyê parve bikin. Êvara heman rojê bi bernameyeke dikê ya dewlemend wê dawî li Trîbunalê bê anîn. Di dawiyê de jî wê cih ji Şoreşa Jinê ya Rojava re bê veqetandin.
Trîbunala Jinê ya 2026an bi pêşengiya 8 rêxistinan û piştgiriya bi dehan rêxistinan tê lidarxistin. TJK-E û Navenda Jineolojiyê jî di nav de ne. Ji bo tevlîbûnê jî qeydkirina online ya li ser navnîşana www.2026women.org neçarî ye.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bi taybetî bang li endamên xwe yên li Belçîkayê û jinên kurd kir ku bi tecrûbe, fikir û rengê xwe beşdarî Trîbunalê bibin.


