Trump: Erdogan bi Hamasê re têkilî danî
Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest pêk hat. Ev bi biryara Amerîka û Trump pêk hat.

Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest pêk hat. Ev bi biryara Amerîka û Trump pêk hat. Lê ka binêrin bê bi navbeynkariya kê? Bi navbeynkariya kesekî ku li erd û ezman dijminatiya kurdan dike, bê sedem serokên kurdan birêz Ocalan, ji parlamentarên kurd Selehattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Semra Guzel, Nazmî Gur, ji şaredarên kurd Selçûk Mizrakli, Ayşe Gokhan, Bekir Kaya û ji endamên komîteya navendî gelek kesan diavêje zindanê û tevî biryarên dadgehên neteweyî û navneteweyî naxwaze wan berde. Yek ji van jî li hember dewleta tirk çek bi kar neaniye, lê HAMASê li hember Îsraîlê bi sedan caran çek bi kar aniye û herî dawî di roja 7ê Cotmeha 2023an bi avêtina pênc hezar roketan êrîşeke mezin da destpêkirin û di encama vê êrişê de 1200 îsraîlî mirin û 250 îsraîlî dîl hatin girtin û revandin birin Xezzayê. Li ser tevna înternetê ji aliyê Hamasê ve videoyên îşkenceya li jinên cihû hatin kirin hatin weşandin. Tevî vê yekê Serokê Komara Tirkiyeyê Erdoganê ku neyartiya kurdan ji bo


