Tulay Hatîmogûllari li civîna SYKP axivî: Divê em li herêmê paradigmaya azadiya jinan biparêzin biparêzin

Kombûna Kevneşop a 12emîn ji aliyê Nûnertiya Swîsreyê ya Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) ve bi dirûşma 'Keda koçberan hêja ye' hate lidarxistin

1 deqe xwendin
Tulay Hatîmogûllari li civîna SYKP axivî: Divê em li herêmê paradigmaya azadiya jinan biparêzin biparêzin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beşdarî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de ku nûnerên gelek rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî tevlî bûn, hunermend Rûken Yilmaz û Mogûllari derketin ser dikê.

Tulay Hatîmogûllari axivî û bûyerên li Rojava nirxand. 

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser serdana hefteya derbasbûyî li Rojava kir û destnîşan kir ku modela xwerêveberiyê ya li herêmê paradîgmayeke azadîparêziya jinê, demokratîk û aştiyane pêşkêş dike.

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Rojava li dijî tarîtiyê ronahî ye û êrişên HTŞ, DAÎŞê li dijî vê modelê ye.

Hatîmogûllari diyar kir ku kurd û gelên herêmê bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê biparêzin û bi taybetî bal kişand ser rola jinan a di nava berxwedanê de.

Tulay Hatîmogûllari ragihand ku agirbesta heyî tenê bi mezinkirina piştevaniyê dikare mayinde bibe û bang kir ku vegera xelkê Efrînê pêk were û dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.

Tulay Hatîmogûllari got, "Divê bê zanîn ku ev têkoşîna xwedîderketina li Rojava hêza herî girîng e ku peyman da mohrkirin. Ji bo agirbest mayinde bibe em neçar in ku piştevaniyê mezin bikin."