Tuncay Sonel birin edliyeyê
Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hate binçavkirin, ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hate kirin.

Ji 15 kesên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatin binçavkirin 11 jê hatin girtin. Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Erziromê îfade da.
Piştî temambûna îfadeyê ya li emniyetê, Sonel sewqî Edliyeya Erziromê hat kirin.


