Tûncer Bakirhan: Em ê qebûl nekin kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan êrişa li ser hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û diyar ku dê qebûl nekin kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî.

Vê şeveqê bi moşek û dronan êrişî baregeha tabura 7an a hêzên 80ê ya hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Êriş li sînorê Xelîfan ya bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve pêk hat.
Di encama êrişan de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 45 pêşmerge jî birîndar bûn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan derbarê vê êrişê de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
“Îro sibehê li herêmeke ku girêdayî Hewlêrê ye, êrîşek li dijî yekîneyeke pêşmergeyan hate kirin. Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ji bo Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazim; ji gelê Herêma Federal a Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Her weha, ji bo peşmergeyên birîndar jî daxwaza saxî û silametiyê dikim.
Ev êrîş beşek ji planekî berfireh e ku armancê wê erdnigariya Kurdistanê bike nav şerekî herêmî ye. Li dijî van êrîşên qirêj helwesta me hem ji aliyê mirovahî hem jî ji aliyê siyasî ve pêdiviyek e.
Em qebûl nakin ku kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî. Li hember van êrîşan em ê bi hev re bisekinin û têkoşîna xwe ya hevpar bibiryar bidomînin.
Dilê me li Hewlêrê ye; em li gel xwîşk û birayên xwe ne û em ê her tim li kêleka wan bin.”


