Tuncer Bakirhan: Ji bo aştiyê piştgirî bidin Abdullah Ocalan

Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û hevşaredaran, li Enqereyê li dijî tayînirina qeyûman çalakî li dar xistin.

1 deqe xwendin
Tuncer Bakirhan: Ji bo aştiyê piştgirî bidin Abdullah Ocalan

Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û hevşaredaran, li Enqereyê li dijî tayînirina qeyûman çalakî li dar xistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, hevşaredarê û partiyî li dijî tayînkirina qeyûman li Parka Guvenê ya Enqereyê çalakiyê li dar xistin. Hemû pêkhateyên DEM Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya ku Tuncer Bakirhan derbasî qadê bibe girseyê bê navber dirûşmeya “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.

Qeyûm li Kurdistanê xistin meriyetê û belav kirin

Ewil Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û wiha got: “Em li dijî qeyûman li gel hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm tayîn kirin bûn. Me bi gelê xwe re îtîraza xwe ya li dijî qeyûm anî ziman. Bi tayînkirina qeyûm careke din mafê bijartin û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Îro em li dijî vê ferasete bi hemû hilbijêrên xwe re li Enqereyêkom bûn. Em li gel hemû hilbijartiyên xwe yên tevahiya Tirkiyeyê ji bo mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê biparêzin. Em li vir kom bûn. Ji bo em li dijî hişmendiya ku qeyûm tayîn dike em li vir kom bûn. Ji bo em li vîna gel xwedî derkevin em hatin Enqereyê. Çima ez dibêjim mafê bijartin û hilbijartinê. Ji ber qeyûm xezp e. Qeyûm darbeya siyasî ye. Qeyûm mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me digire. Qeyûm ewil li Kurdistanê xistin meriyetê. Lê niha qeyûm li Esenyûrtê û li çar aliyê Tirkiyeyê belav dibe. Qeyûm tayînî zanîngehan, şîrketan û gelek saziyên din dikin û belav dikin. Qeyûm berhemê zordariyê ye. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Tirkiye di demek nêzîk de mafê bjartin û hilbijartinê bi dest xistiye. Em van qeyûman qet nas nakin.”

Bi zanebûn di 15ê Sibatê de qeyûm tayîn kirin

Tulay Hatimogullari, bal kişand ser dîroka tayînkirina qeyûm û wiha berdewam kir: “Li Wanê qeyûm di rojek pir girîng de tayîn kirin. 15ê Sibatê roja ku birêz Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî dîl hatiye girtin û anîne Tirkiyeyê. Bi zanebûn 15ê sibatê hilbijartin û qeyûm tayîn kirin. Em wateya vê yekê baş dizanin. Îro li Tirkiyeyê ji 1ê cotmehê heta niha hevdîtin hene. Tayînkirina qeyûm bersîva vê pêvajoya diyolag û hevdîtinan e. Çim adi 15ê Sibatê de Wan hilbijartin. Ji ber ku xwestin di hilbijartina 31ê Adarê de mazbatayê nedin hevşaredarê me yê Wanê. Lê gelê me yê wanê bi berxwedan û serhildana xwe ev lîstik xera kirin. Em li navenda Tirkiyeyê li Enqereyê bang dikim. Bila her kes bibhîze. Em bi awayekî herî hişk tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Vê îktîdarê got ‘Ji bo em xwe ji feraseta vesayeta leşkerî rizgar bikin em hatin e. Lê îro îktîdar bi xwe vesayeta xwe ava dike. Îro ev îktîdar bi wesayetê hebûna xwe berdewam dike. Em hişmendiya qeyûm bi tu awayî qebûl nakin. Ev qeyûm hem ji bo vîna gel desteser bikin, hem jî ji bo dest dînin ser aboriyê qeyûm tayîn kirin. Li ser çavkaniyên aborî yên Şaredariyê rûniştin. Dema qeyûmên berê hatin dayînkirin komek deyn li pey xwe hiştin û çûn. Li şûna xizmetê bike, rê û peyarêyên şaredariyan xerakirin û çûn. Em careke din dibêjin, hûn xizmeta bajarê kurdan nakin. Hûn kurdan wekî welatî nabînin. Hûn kurdan wekî kesên xizmet j wan re nayê kirin dibinin. Ev îşkence ye. Em vê yekê qebûl nakin. Rejîma qeyûm îro li hemû Tirkiyeyê belav kirine. Li tu derê cîhanê nehatiye dîtin ku li pêkhateyên bajêr doz hatiye vekirin. Lê dozger doz li pêkhateyên bajêr vekiriye. Em duh dîsa bi operasyonekê hişyar bûn. Yên hatin binçavkirin kesên ked dane HDKê ne. Niha tev kom kirin û birin Stenbolê. Niha hîn di bin çavan de ne. Em careke din bang li wan dikin. Hûn nikarin li pêkhateyên ku ji bo rêveberiya bajêr li hev kirine operasyonê pêk bînin. Hûn nikarin rê li pêşiya li hevkirina civakê bigirin. Em ê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin. Bila baş zanibin ku heta niha me bi feraseta qeyûm, girtin û binçavkirinê gav paşve neavêtiye. Ji niha û şûnde jî em gavan aşve navêjin. HDK jiyana hevpar a demokratîk diparêze. Diparêze ku hemu bawerî û gel bi hevre bijîn. Operasyona li dijî HDKê li dijî hemû pêkhateyên civaka Tirkiyeyê pêk hatiye. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên hatine binçavkirin bi lez berdin. Niha heyeta me çûye başûr û hin hevdîtnan dike. Hewldanên hevdîtinan ên şandeya me bi qîmet e. Niha her çend hin kes hewl didin bi qeyûm û binçavkirinan dixwazin rê pêşiya aştiyê bigirin jî em wekî DEM Partiyê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê her tem dibêjin aştî aştî û aştî.”

Qeyûm dizî û înkara vînê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û wiha got: “Em îro li dijî neheqiya li dijî bijartin û hilbijartinê bînin ziman em li Enqereyê kom bûne. Em ji bo darbeya heyî bînin ziman em hatine vir. Em li Esenyûrtê, li Wanê û li hemû bajarên ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin jî dengê xwe tînin ziman. Lê mixabin Enqere dengê gel û dengê me nabihîze. Ji bo em bêtir dengê xwe bigînin Enqereyê em bi hemû pêkhatiyên xwe hatin liEnqereyê kom bûn. Em îro li Enqereyê ji bo dengê xwe bigînin kesên ku bûne sedema qeyûman hatine vir. Qeyûm qesp e. Ev hikûmet bi qespa qeyûman rêveberiyên me yên herêmî xesp dike. Ev hikûmet lîstika hilbijartinê dike. Kurd bi hilbijartinê rêveberî û şaredariyên xwe hildibijêrin. Lê li pey wan roja din qeyûm tayîn dike. Gel û bindestên Tirkiyeyê vîna xwe hildibijêre. Lê ev qeyûm ji bo ku bi ser neketiye qeyûm tayîn dike. Îktîdar dibêje ez vê hilbijartinê qebûl nakim. Mirov nikare piştî rewşeke wisa bibêje li vî welatî demokrasî heye. 3 serdeme gel dê vîna xwe hilbiijêre. Lê tu dê bi darbeyêne siyasî dest dîne ser vîna gel. Ev yek nayê qebûl kirin. Tayînkirina qeyûm dizî û xezp e. Em bang dikin. Hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Vîna gel nedizin. Ev kiryarên dijdemokratîk nabe. Ev nelirêtî ye. Em careke din vê hikûmetê hişyar dikin. Dest ji diziyê berdin. Hûn bi vê diziyê bidomînin, êdî nameşe. Hûn aşkere dibêjin ‘Eger hûn min hilbijêrin ez ê we nas bikim, lê hûn yên xwe hilbijêrin ez ê w