UNICEF: Li Kongoyê bi hezaran zarok rastê tundî û destdirêjiyê hatin

Berdevkê UNICEFê James Elder daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di du mehên destpêka salê de “bi hezaran zarok bûn mexdûrê destdirêjî û tundiya zayendiyê” û got, “Ev tenê beşê dixuyê ye.”

1 deqe xwendin

Rojhilatê Komara Kongoya Demokratîk a ku sînorê wê bi Ruandayê re ye, 30 sal in bi pevçûnan re rû bi rûye.

Elder ê ku ji bajarê mezin UNICEFyê daxuyanî da, wiha got: “Rêjeya tundiya zayendî ya li hemberî zarokan ti carî ev qasî zêde nebûye.”

Elder ev tişt jî got: “Em qala krîzeke sîstemîk dikin. Di nava mexdûran de ‘zarokên pir biçûk’ jî hene. Ev çekek şer û taktîkek terorê ye. Malbat û civakan tune dike.”

UNICEF bang dike ku tedbîrên lezgîn bên girtin û got, “Faîl divê derkevin pêşberî edaletê.”