Walî Tuncay Sonel hat girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel hat girtin.

1 deqe xwendin
Walî Tuncay Sonel hat girtin

Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de 15 kes hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ê ku di 17ê Nîsanê de hat binçavkirin, duh li Midûriyeta Polîsan a Erziromê de mafê bêdengiyê bikar anî. Sucdar Tuncay Sonel piştre bê kelepçe sewqê Edliya Erziromê hat kirin. Dozger piştî li Tuncay Sonel guhdar kir, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê kir. Şandeya dadgehê jî der barê Tuncay Sonel de biryara girtinê da.