Waliyê Dêrsimê yê berê Tûncay Sonel bi nasnameya sexte hatiye binçavkirin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de derket holê ku gumanbarê sereke waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel bi nasnameyeke sexte hatiye Xarpêtê.

1 deqe xwendin
Waliyê Dêrsimê yê berê Tûncay Sonel bi nasnameya sexte hatiye binçavkirin

Agahiyeke din a girîng derbarê lêpirsîna Gulistan Doku de ku demek dirêj e di rojeva raya giştî de ye, derket holê. Derbarê Tûncay Sonel ê ku dema Gulistan Doku hate windakirin de waliyê Dêrsimê bû, agahiyên girîng hatin bidestxistin. Sonel weke gumanbarê sereke yê dozê ye.

Li gorî agahiyan, Tûncay Sonel ê ku fermana binçvkirinê ji bo wî hatibû dayîn, bi nasnameyeke sexte hatiye Otêla Sheraton a li Xarpêtê. Piştî ku cihê wî eşkere bû, Tûncay Sonel ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Parêzerê doza Gulistan Dokuyê, Alî Çîmen li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî belav kir: “Tûncay Sonel, serokê rêxistineke sûc, li cihê ku lê dima bi nasnameyeke sexte hat girtin. Şaxa sîber a vê rêxistina sûc jî di dosyeya dozê de hatiye belgekirin. Mayîna li otêlekê bêyî ku bi navê xwe qeyd bê kirin, sextekarî ye.”

Tûncay Sonel ê gumanbar ku hatibû binçavkirin, ji bo îfadeya wî bê wergirtin ew birin Erziromê.