Waliyê Silêmaniyê: Ji bo parastina Rojava bi Yekîtiya Kurdan lazime
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebubekir diyar kir ku yekbûna gelê kurd û Kurdistanê li dora Rojava yekpare bûye û got: “Ev piştgirî îlana yekîtiya neteweyî ye. Ev hevgirtin berê jî hebû, îro dom dike û dê di siberojê de jî bidome.”

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir ku ji bo çend hevdîtinên dîplomatîk li Londonê ye, têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û hevgirtina kurdan a li dora Rojava bûye yek, ji ANFê re axivî. Ebubekir got ku Rojava mîsogeriya aramî û aştiya herêmî ye û wiha axivî: “Li Silêmaniyê di her astê de; saziyên dewletê, partiyên siyasî, rêxistin, hêzên bijarte û gel bi hemû rengên xwe piştgiriya tam ji xwîşk û birayên xwe yên Rojava re dikin û vê ezmûna siyasî ya nû ya ku em hêviyên mezin pê ve girê didin dikin. Em biryardar in ku modela nû were avakirin, aramiya herêmî were peydakirin û ev were parastin. Ev piştgirî ne tenê îro, di rabirdûyê de jî hebû, îro didome û bi hêviyeke xurt ber bi pêşerojê ve tê veguheztin.”
Bi mezinbûna piştgiriya berxwedanî re Ebubekir da zanîn ku îro ji bo Kurdistanê li ser asta cîhanê sembola yekîtiya neteweyî û kolektîf e û got: “Kurdên li seranserê cîhanê, tevî cudahiyên navxweyî û dîroka perçekirî ya xwe, li gorî îradeya siyasî ya hevpar, bername, plansaziya stratejîk û armancan yekbûne; li hemberî Rojava helwesteke yekane û zelal nîşan dane. Ji ber vê yekê ez îro wekî ‘Roja Yekîtiya Neteweyî û Kolektîf a kurdên Cîhanê’ îlan dikim.”
Walî Ebubekir diyar kir ku ev yekbûna îro xala zivirînê ya pêvajoya kordînasyon, lihevhatin û yekîtiya siyasî ya kurdên li seranserê cîhanê ye.


