Warê ku dîrok jê dizê:GIRÊMIRAZA

Girêmiraza, mejiyê mirovan bi pirsên bê bersiv dagirtiye. Herkes ji hevdu dipirse û pirsên xwe bi pirseke din dibersivîne.

1 deqe xwendin

Girêmiraza, mejiyê mirovan bi pirsên bê bersiv dagirtiye. Herkes ji hevdu dipirse û pirsên xwe bi pirseke din dibersivîne. Bi vî awayî gidîşa pirsan mezintir dibe, lê bersiv zîro! Di vê xalê de ez jî dixwazim pirseke ji wan pirsên dînan bipirsim û hinekî din mejî tevlihev bikim: Gelo hinek kesan ji şarsitaniyeke ezmanî ango fezayiyan hatin xwe nîşanî niştecihên li derdora Girêmiraza dan û piştî hingê wan mirovan dest bi avakirina van perestegehên hanê kirin? Mejî tam bû çeqilmast, ne wilo? Heta mejiyê meriv baş tevlihev nebe, zelal jî nabe! Binêrin. Bi rêya empatiyeke gelekî pêşketî, encax meriv dikane hinekî miraz û mexsedên wan însanên hanê yên 12 hezar sal beriya niha hinekî fam bikin. Heke ne ji bo armanceke pir, pir, pir, pir û pirrrrr mezin be, gelo kî dikanîbû wan mirovên hingê yên nîvkovî wanî wan organîze bike, bi wan kevir bi keviran bide birîn û kevirên 30 ton giraniya wan e, biterişîne û her wiha têêê nizanim ji ku bîne û bi awayekî estetîk li Girêmiraza biçikîne? Binêrin!