Wê kurd, tirk, suryan, ermen û elewî Newroza Stenbolê bi hev re pîroz bikin
Welatiyên ermen, elewî û suryan ên li Stenbolê bang li her kesî kirin ku beşdarî Newrozê bibin û gotin: “Heke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serkeve, pirçandiya Mezopotamyayê dê careke din zindî bibe.”

Tê payîn ku mîlyonek kes beşdarî Newroza ku dê li Yenîkapiya Stenbolê bê lidarxistin bibin. Newroza Stenbolê dê di 22yê adarê roja yekşemê de, saet di navbera 11.00-18.00an de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hunermend, Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyan û gelek siyasetmedar dê beşdar bin.
Welatiyên ermen, elewî û suryan ên Stenbolê li ser wate û girîngiya Newrozê axivîn û diyar kirin ku Newroz ji bo hemû gelên daxwaza pêkvejiyan, wekhevî û azadiyê dikin roja sembolîk e.
Nivîskarê rojnameya AGOS'ê Pakrat Estukyan diyar kir ku Newroz ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelek gelên herêmê girîng e. Estukyan anî ziman ku ji bo ermenan jî ev roj rîtuelekî pêşwazîkirina biharê ye û got ku kevneşopiyên bi sedsalan e hene îro jî didomin. Estukyan têkildarî bendewariyên xwe yên Newroza 2026an axivî û diyar kir ku ev kevneşopî heta baweriyên Pagan diçe. Estukyan destnîşan kir ku nexasim efsaneya Kawayê Hesinker Newroz kiriye sembola berxwedana li dijî zilmê. Ji ber vê yekê gelê kurd Newrozê bi wateyekî cudatir û wek têkoşînê pîroz dike û ev tişt got: “Li tevahiya erdnîgariyê, bi taybetî li Îranê Newroz cejnekî sembolîk a pêşwazîkirina biharê ye. Li Tirkiyeyê jî ji ber sedemên polîtîk Newroz bi salan hat qedexekirin. Di vê pêvajoyê de rê li ber pîrozbahiyên girseyî hat girtin. Pêvajo pir bi zehmet derbas bû. Di serdema pêvajoya çareseriyê de li Amedê bi mîlyonan kes hatin cem hev. Nameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Di salên dawî de pîrozbahiyên Newrozê yên Stenbolê birin Yenîkapiyê. Her çend ev qad fireh be jî, ji bajêr hatiye qutkirin. Mirov neçar dimînin ku li cihên dûrî bajêr Newrozê pîroz bikin. Ev rewş zirarê dide cewhera cejnê.”
'Newroz dê di siya şer de bê pîrozkirin'
Estukyan diyar kir ku Newroza 2026an dê di bin siya geşedanên li Îranê de bê pîrozkirin û bal kişand ser pêvajoya ku ev salek û nîv e berdewam dike û got ku li hemberî pêvajoyê bêbawerî hene û wiha pê de çû: “Dewlet Bahçelî dibêje wî berpirsiyarî girtiye ser xwe. Di dîroka Tirkiyeyê de ligel geşedanên hêvîdar, jiyîna pêvajoyên tarî fikarên gel zêde dike. Ermen nêzî 1700 sal in bi Xiristiyaniyê re jiyanekê wekhev dijîn. Paskalya jî dikeve serê mehên biharê. Cejnên wekî Hampartsum jî hene ku 40 roj piştî Paskalyayê têne pîrozkirin. Tevî vê yekê jî ji aliyê folklorîk ve hemû cejnên biharê yên li vê erdnîgariyê tên zanîn. Newroz û Hidirillez jî yek ji wan in.”
‘Rojava, mînaka pêkvejiyana gelan e’
Estukyan diyar kir ku Ermen li dijî hişmendiya siyaseta li ser berjewendiyan e û polîtîkayên şer rexne kir. Estukyan anî ziman ku polîtîkayên Şerê Kendavê yê serdema Turgut Ozal û nêzîkatiyên serdema Donald Trump dişibin hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tişt li ser hesabên berjewendiyan tê avakirin, ev nayê qebûlkirin.” Estukyan gotinên Hrant Dînk bi bîr xist û diyar kir ku di serdema Osmanî de gelên cuda dikaribûn bi hev re bijîn û mînakekî bi vî rengî li Rojavayê jî tê dîtin. Estukyan destnîşan kir ku têgihiştina netewe dewletê zirarên mezin daye gelan û anî ziman ku emperyalîzm bi şêweyên cuda berdewam dike.
Banga beşdariya Newrozê
Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Mevhîbe Akdenîzê diyar kir ku Newroza ku bi vebêja Kawayê Hesinker gihîştiye îro, hem xwedî bingehên mîtolojîk û hem jî dîrokî ye. Mevhîbe Akdenîzê anî ziman ku Newroz bi berdêlên mezin gihîştiye îro û di şexsê Mazlum Dogan û Rewşanan de berxwedan bûye sembol. Mevhîbe Akdenîz anî ziman ku ji bo gelê kurd Newroz tê wateya serhildana li dijî zilmê û wiha axivî: “Em ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku salek e berdewam dike hêvîdar in. Em daxwaz dikin ku mafên kurdan û gelên din ên bindest bên qebûlkirin. Pêvajo ne tenê azadiya ziman û baweriyê, di heman demê de tê wateya misogerkirina hemû mafan. Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê di Newrozê de werin cem hev.”
‘Cıvaka pirçandî bi aştiyê dikare zindî bibe’
Endamê Meclisa Ol û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Edîp Arslan ê Suryan bi bîr xist ku di zarokatiya wî de Newroz qedexe bû û diyar kir ku Newroz serhildan e û got: “Suryan jî di 1ê nîsanê de pêşwaziya biharê dikin û xwedî raboriyeke kûr in. Em dixwazin li ser axa xwe bi ewlehî bijîn. Di salên 1990î de li herêmê bûyerên ‘kujer ne diyar’ pêk hatin. Pêkanîna aştiyê li herêmê girîng e. Li vê erdnîgariyê mirovên ji etnîk û baweriyên cuda hene. Li gundê min dereke 1600 salî heye. Kal û bavên min li ser vê axê jiyan û li vir hatin definkirin. Hrant Dînk gotibû ku heke aştî pêk bê gel dikarin carekê din bi hev re bijîn. Civaka pirçandî ya Mezopotamyayê tenê bi aştiyê dikare carekê din zindî bibe.”


