Wezareta Parastina Tirk: Dê êrîşên me bidomin
Tevî ku PKKê di 12emîn Kongreya xwe ya ku di 5-7ê gulanê de hat lidarxistin de biryara bidawîkirina xebatên xwe dabû jî berdevkê Wezareta Parastina Tirk Zekî Akturk got ku dê êrîşên xwe yên li ser...

Tevî ku PKKê di 12emîn Kongreya xwe ya ku di 5-7ê gulanê de hat lidarxistin de biryara bidawîkirina xebatên xwe dabû jî berdevkê Wezareta Parastina Tirk Zekî Akturk got ku dê êrîşên xwe yên li ser gerîla bimeşînin û wiha axivî: “Ji bo kapasîteya çalakî û tevgera wan bi temamî ji holê rabe, dê xebatên me yên operasyon û lêgerînê bidomin.”
Zekî Akturk ji bo êrîşan îdiaya “ewlehiya sînor” kir û li xwe mikûr hat ku êrîşên li ser PKKê berdewam dikin.
Hêjayê gotiye ku HPGê jî çend roj berê bi daxuyaniyek gotibû ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser wan berdewam dikin


