Wezîrê Fransayê çû serdana Şamê
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot, di çarçoveya rêzeserdanên xwe yên li Rojhilata Navin de îro çû Şamê.

Serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot di bin siya êrişên leşkerî yê li dijî Rojava û şerê ku pêkan di navbera Amerîka û Îranê derbikeve pêk hat. Barrot dê di heman rojê de biçe Iraqê û 6ê Sibata 2026an de jî serdana Lubnanê bike.
Jean-Noel Barrot li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esad el-Şeybanî re hevdîtin pêk anî. Şeybanî ji ber rakirina cezayên ambargoyê ya li ser Sûriyeyê sipasiya Barrot kir.
Hat diyarkirin ku dê welatên rojava di rojen nêz de li Riyadê bi rojeva DAIŞ bicivin. Li gor agahiyan Noel Barrot û Esad el-Şeybanî beriya civîna li Riyadê pêk bê li ser mijara ‘dê DAIŞ çewan be?’ rawestiyane.
Li gor agahiya AFPê çavkaniyên diplomatên Fransayê diyar dikin ku piştî entegrasyona Hêzên Sûryeya Demokratîk ya bi artêşa navendî ya Sûriyeyê re di şerê li dijî DAIŞê de rewşeke nû derketiye holê. Çavkaniyên dîplomat yên Fransayê dixwazin ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şerê DAIŞê ji nû ve avakirinek pêk bînin.
Her wiha diplomatên Parîsê gotine ku ew ê entegrasyona kurdan û mafê kurdan ya li Sûriyeyê, ji nêz ve bişopînin. Fransa diyar dike ku îstîkrara Sûriyeyê ji aliyên ewlehiyê ve ji bo heremê pir krîtîk e.
Tê payîn ku Barrot di serdanên Irak û Lubnanê de dê ser bandora hêzên girêdayî Îranê rageşiya heremê bisekine. Li Lubnanê jî dê dî çarçoveya peymana bêçekkirina Hizbullahê û kanferansa piştgiriya Lubnanê ya dê 5ê Adarê de li Parisê bê li darxistin were rawestîn.


