Wezîrê Hêzên Deryayî yê DYAyê îstîfa kir
Wezîrê Hêzên Deryayî yên DYAyê John Phelan bi biryareke ji nişka ve dest ji wezîfeya xwe berda. Derbarê sedema Phelan de agahiyek zelal nehate dayîn bes îstîfaya wî wekî encamek şerê DYA û Îranê hate nirxandin.

Rayedarê sivîl ê herî payebilind ê Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Phelan, bi biryareke ji nişka ve ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Berdevkê Pentagonê Sean Parnell li ser hesaba xwe ya Xê daxuyaniyek da û ragihand ku Phelan ji wezîfeyê veqetiyaye û wê alîkarê wî Hung Cao bi wekalet vê wezîfeyê birêve bibe. Der barê sedema dûrxistinê de tu hincet nehat eşkerekirin.
Di dema şerê bi Îranê re pêla tasfiyeyê
Ev veqetîna ji nişka ve, wekî xeleka dawî ya lîsteya dirêj a tasfiyeyên li Pentagonê tê dîtin. Piştî ku Donald Trump di Çileya 2025an de careke din derbasî Qesra Spî bû, gelek rayedarên payebilind ên leşkerî ji wezîfeyê hatin girtin an jî neçarî îstifayê hatin hiştin. Ev pêvajoya guhertinê, di demeke krîtîk de ku DYA li hemberî Îranê di nava şer de ye, balê dikişîne.
Gelek general ji wezîfeyê hatibûn girtin
Di destpêka vê mehê de Fermandarê Hêzên Bejahî yên DYAyê Randy George jî bêyî eşkerekirina tu hincetekê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Bi heman rengî general David Hodne û William Green Jr. jî ji kar hatibûn girtin.
Trump demeke kurt piştî hatina ser kar, Serokê Fermandariya Giştî Charles Q. Brown ê ku di dema Joe Biden de hatibû wezîfedarkirin jî ji wezîfeyê girtibû.
Ev pêla dûrxistinê ne tenê di nava Hêzên Bejahî de, her wiha li gelek saziyên krîtîk ên wekî Hêzên Deryayî, Ewlekariya Peravan, Ajansa Ewlekariya Neteweyî (NSA) û Hêzên Hewayî de jî rû da û gelek rêveberên payebilind ji wezîfeyê hatin dûrxistin.


