Xebat Andok: Divê ragihandina azad di armanca xwe de zelal be
Endamê Konseya Rêveber ê KCKê Xebat Andok, pêvajoya çareseriya demokratîk li Herêmên Parastina Medyayê çawa tê şopandin nirxandin, rewşa ragihandinê ya di demên şer û aştiyê de û bandora zimanê medya...

Endamê Konseya Rêveber ê KCKê Xebat Andok, pêvajoya çareseriya demokratîk li Herêmên Parastina Medyayê çawa tê şopandin nirxandin, rewşa ragihandinê ya di demên şer û aştiyê de û bandora zimanê medya li ser civakê rojnameger Erdal Er re parve kir.
Nirxandinên Xebat Andok ên ku di televîzyona Medya Haber de hate weşandin wiha ne:
Weke tê zanîn cihan gelek guheriye. Di teknolojiya enformatîk û ragihandinê de guherînên pir mezin çêbûne. Derfetên bidestxistina agahiyan jî gelekî pêş ketine. Çavkaniya me ya esas a em jê agahiyan digirin, televizyon in. Em gelekî televîzyonan dişopînin. Li gel vê yekê li ser qada medyaya dijîtal jî hem bi nivîskî hem jî bi dîtbarî em zûtir hemû geşedanan dibînin û dikarin bi dest bixin.
Bi giştî rewşeke me ya şopandinê heye. Yanî ev yek hem têkildarî nasnameya ku em nûnertiya wê dikin hem jî girêdayî pirsgirêkên ku pêre mijûl dibin e. Yanî niha em di nava pêvajoyeke ku jêre dibêjin Şerê Cîhanê yê 3yemîn de ne. Yanî pênasekirina me bi vî rengî ye. Evdemek e li Rojhilata Navîn ev yek tê meşandin. Û di qonaxa heyî de ya rastî Kurdistan veguheriye navenda vî şerî. Şerekî cîhanî ye. Ji ber vê yekê jî em dizanin ku, em yek ji rojeva sereke ya hêzên cîhanî ne. Girêdayî vê yekê jî dema ku em li pirsgirêka kurd dinêrin, ku ji bo çareseriyê gelekî girîng e û em dixwazin çareser bikin, di esasê xwe de pirsgirêkeke gerdûnî ye. Ji destpêka sedsala 20an ve ye pergala kapîtalîst a gerdûnî ev pirsgirêk afirandiye û di serî de gelê me ji bo gelên li Rojhilata Navîn bûye belayeke mezin. Divê em çareser bikin. Ji ber wê yekê hem dibe mijareke wisa ku dikeve rojeva hêzên gerdûnî hem jî ji ber ku em bi pirsgirêkên hebûn û azadiyê re rû bi rû ne bi awayekî rasterast dikeve rojeva me jî. Hem jî ji ber karektera xwe ku çar dewletên li Rojhilata Navîn eleqedar dike, dibe pirsgirêkeke herêmî. Ji ber ku mijareke wisa ye ku hemû kesan eleqedar dike, em jî bi awayekî zêde tên şopandin, çavdêrîkirin. Dema ku hevsengî tên afirandin em jî li wan hevsengiyan tê


