Xebatên Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê didomin

Gerînendetiya Giştî ya AVKAMED a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya demdirêj, xebatên avakirina Tesîsa Parzûnkirina Avê ya Asta Dûyemîn li gorî bernameyê dimeşîne.

1 deqe xwendin
Xebatên Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê didomin

Xebatên tesîsa ku ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ve li navçeya Peyasê tê avakirin, bênavber didomin. Proje, ji bo ku hewcedariya nifûsa zêde bi rengekî ewle û bêbirîn dabîn bike, bi lez pêş dikeve.

Di projeya ku di 31ê cotmeha 2025an de bingeha wê hatibû avêtin û biryar e di 450 rojan de bi dawî bibe; asta çêkirina depoya avê ya 20 hezar metrekup gihîşt ji sedî 40î û asta giştî ya tesîsê gihîşt ji sedî 17an. Betona avahiya tevlîker hat rijandin û xebatên li ser depoya avê berdewam dikin.

Dema ev tesîsa nûjen bi dawî bibe, kapasîteya parzûnkirina avê ya Amedê dê bibe du qat. Armanc ew e ku ev proje heta sala 2060î hewcedariya bajêr dabîn bike û bibe bingeha ewlehiya avê ya demdirêj.