Xefka kurdan

Erdnîgariya Mezopotamya ji destpêka dîrokê heya îro her dem bûye navendek di herikandina dîrokê de.

1 deqe xwendin
Xefka kurdan

Erdnîgariya Mezopotamya ji destpêka dîrokê heya îro her dem bûye navendek di herikandina dîrokê de. Erdnîgariya ku Mezopotamya di navenda wê de cih digire û qadeke berfireh digire û wekî Rojhilata Navîn hatiye binavkirin îro vê rista xwe hê jî didomîne. Ji aliyekî ve wekî kuneke reş hemû enerjiya cîhanê dimije ji aliyekî ve jî enerjiya cîhanê ji vir peyde dibe. Hem ji aliyê çanda civakî ve hem ji aliyê madenên enerjiyê ve erdnîgariyeke bêhempa ye. Bi hezar salan e li ser hakimiyeta vê erdnîgariyê şer diqewimin. Kîjan desthilata hegemonîk a navendî ava bûye di serî de xwestiye vê erdîgariyê bixe bin hakimiyeta xwe. Dewletên yekbûyî yê Amerîkayê ku bi hezaran kîlometre ji vê erdnîgariyê dûr e her carê bi deh hezaran leşker û hemû derfetên xwe dixwaze vê erdnîgariyê dagir bike. Bêguman Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve vê eleqeyê heq dike. Lê ev eleqe di heman demê de bi xwe re pirsgirêkên mezin jî tîne. Heke mêvan bêdestûr hatibe û mazûvan ji mêvan nexweş be bêguman dê pirsgirêk derkevin. An jî heke mêvan pêl nirxê mazûvan bike û serê xwe bixe nav karê malê nexweşî jî derkeve.

Hêzên Ewropa bi sedsalan bi Dewleta Osmaniyan re ketin nav şerê desthildariyê. Heya ku artêşa Osmaniyan li ber deriyên Viyanayê cara duyem têk neçûn Osmanî her tim serdestî Ewropa bû. Lê bi şikestina li ber deriyê Viyanayê Osmanî hêdî hêdî paşve çûn û piştî şerê cîhanê yê yekem dewleta osmanî ji holê rabû. Heya dawî jî şerê di navbera Osmanî û ewropiyan de her dem berdewam bû. Hêzên Ewropa di dema ku di şer de Osmaniyan de têk birin û piştre jî tu carî bi tevahî nebûn hakimê Rojhilata Navîn. Bi feraseta netew-dewletê bi dehan dewlet avakirin, parçe kirin, berê wan dan hevdû, di nav dewletan de gengeşî derxistin. Lê tu carî bi tevahî Rojhilata Navîn li gorî dilê wan tevnegeriya. Ne Rojhilata Navîn bi ser ketiye û ne jî hêzên Ewropa. Lê ji ber ku ev şer li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn diqewime wendahiya herî mezin dîsa dîbe para gelên Rojhilata Navîn. Desthilatên Rojhilata Navîn bi peymanêngaz û petrolê xwe didin jiyandin û hêzên rojavayî jî bi gaz û petrola Rojhilata Navîn karê xwe bi rê ve dibin. Para gelan jî dibe kuştin û xizanî.

Hêzên rojavayî bi pergala kapîtalîst re serdestî li ser rojhilat kirin. Û dest avêtin erdnîgariya Rojhilata Navîn. Jixwe navê Rojhilata Navîn bixwe jî hi aliyê kesên rojavayî ve lê hatiye kirin. Bi feraste ku rojava navend be nav li erdnîgariyan kirin. Bi ser navê kişfkirina erdnîgariyan hêzên Ewropa ketin nav şerê mêtengeriyê. Ji Amerîkaya Latîn bigire heya hundirê Efrîka li her derî koloniyên mêtîngeriyê hatin avakirin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn cihekî ku ji nû were kifşkirin tune bû ketin nav lêgerîna bidesxistina desthilatê. Ji bo wê jî pêwîst bû rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Di dizaynkirina Rojhilata Navîn de yek ji amura sereke ku ji her aliyî ve tê bikaranîn ‘kurd’ in. Pozîsyona kurd-Kurdîstanê hem ji aliyê hêzên rojavayî-kapîtalîst ve û hem jî ji aliyê dewletên heremê ve tê bikaranîn. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê têgeha ‘Xefka Kurd’ bi kar tîne. Rewşeke piralî ye. Pozîsyoneke wekî guloka derziyan e. Heke tu ji cihê rast negirî dê derzî di dest de re biçe. Her derê vê gulokê derzî ne. Heya niha ji ber ku nêzîkbêneke rast çênebûye her tim derzî di laş de çikaye û can êşiyaye. Lewra ev derzî tenê ne ji bo xwediyê xwe can diêşîne, di heman demê de yê li hemberî xwe jî diêşîne.

Kurd bi hezar salan in li ser vê erdnîgariyê dijîn. Ji forma civakî ya kabîleyê bigre heya forma netewî her tim li ser erdnîgariya xwe jiya ye. Heke car caran di şer û pevçûnan de goçberî hin deverên din bûbin jî zêde ji axa xwe û welatê xwe dûr neketine. Ev rewş heya dema derketina îslamiyetê wisa domiyaye. Di serdema destpêka îslamiyê de gelek kurdên zerdeştî berê xwe dane derveyî Rojhilata Navîn û heya hindîstanê çûne. Kurdên ku di vê demê de goçber bûne piranî di nav civak û baweriyên din de heliyan e. Lewma niha mirov nikare qala pirsgirêkek ku ew dijîn bike.

Cara duyem ku kurd ji welatê xwe mişextî welatên din bûne sedsalên 19-20’emîn in. Ev jî tekabulî dema ku hêzên kapîtalîst dadikevin rojhilatanavîn û hewl didin Osmaniyan ji navê hilweşînin û belav bikin dike. Bi fikrê nijadperestiyê bandorê li ser gelên di bin serweriya osmaniyan de dikin. Gelek milletên xeyrî muslim serî hildidin û ji osmaniyan vediqetin. Gelê kurd jî di pêşengiya mîr, beg, paşa û şêxan de serî hildidin. Lê mixabin serhildan piranî bi komkujî bi encam dibin. Di vê encamê de bi qasî kêmaniya hêzên kurd berpirsiyariya hêzên rojavayî û osmaniyan jî heye. Piştî têkçûna serhildanan ji bo gelê kurd riya mişextiyê vebû. Hinek ji aliyê dewleta osmaniyan ve hatin sirgûnkirin û hinekan jî ji ber zilma osmaniyan berê xwe dan welatên dûr. Çawa cihû di dema roma de piştî perestgeha wan hate hilweşandin, li her derê cîhanê belav bûn, kurd jî ji destpêka sedsala 19’an heya îro li her derê cîhanê belav bûn. Lê vê carê ne wekî serdema îslamiyê bû. Çi cihê çûn lê bi cih bûn, di heman demê de nasnameya xwe jî bi xwe re birin. Her çiqasî di nava wan de asîmîlasyon çêbûbe jî bi piranî zimanê xwe û baweriya xwe parastine û di heman demê de dema derfet dîtîne piştgirî dane serhildanên li welat. Berovajî cihûyan kurdan bi temamî dev ji welatê xwe bernedan. Beşa herî mezin li Kurdistanê bixwe ma. Piştî peymana Lozanê ku Kurdistan kirin çar parçe jî kurdan dev ji axa xwe berneda. Lê li derveyî welat hejmareke mezin a kurdan çêbû.

Bi destwerdana hêzên rojava ya Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd jî dest pê kir. (Bêguman berê jî kurdan pirsgirêk dijiyan. Hem di aliyê olî hem jî di aliyê qewmî de pirsgirêk hebûn. Lê bêçareseriya vê pirsgirêkê di sedsalên piştî 18’emîn de ji aliyê hêzên rojava ve hate holê.) Lewma berî her tiştî mirov dikare bêje ku ev pirsgirêk ji aliyê hêzên Ewropa ve hate çêkirin. Ji bo ku li Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin û polîtîkayên xwe bi rê ve bibin her tim kurd ji xwe re wekî mertalekê bi kar anîn. Heke mirov bêje kurdan tenê ji ber kişkişandinên hêzên rojavayî serî hildan e ne rast e.Li ser kurdan ji aliyê dewleta osmaniyan ve zilm dihate kirin. Roj bi roj bac zêde dibûn. Mafê otonomî ji holê dihate rakirin û ji ber şer kuştina kurdan zêde dibû. Gelek sedemên serhildanan hebû. Rista hêzên rojavayî di destpêk û encama serhildanan de pir bû. Ji aliyekî ve bingeha serhildanan çêdikir ji aliyê din ve piştgirî dida osmaniyan ji bo têkçûna serhildanê. Di encamê de hem osmaniyan winda dikir hem jî kurdan. Ên qezenç dikirin rojavayî bûn. Rêberê gelê kurd vê rewşê wiha rave dike: “Dema kurd serî hildin û mafê xwe bixwazin bi encameke biêş re rûbûrû dimînin. Dema di cihê xwe de bimînin û li mafê xwe negerin êşeke mezintir tê serê wan. Dema em behsa xistina xefk û feqê dikin mebesta me ev rastî ye.” Ango kêreke her du devê wê tuj dirêjî kurdan dikin. Kurd kîjan aliyê kêrê bigirin encam xwînrijandin e. Bi gotineke din kurd li ser pirekê ne. Biçe kîjan aliyî êş heye. Li ser pirê bimîne jî dê ji bêavî û birçibûnan bimire. Lê ev rastiyek wisa ye ku bi mirinê jî çareser nabe. J

Nûçeyên Eleqedar