Xelkê Silêmaniyê ber bi Rojava ve derket rê
Li bajarê Silêmaniyê bi sedan kes bi armanca piştgiriya berxwedana Rojava, ber bi Rojava ve derketin rê.

Gelê bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ku şevê din li hemberî êrişên komên çete yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daketibû qadan, îro jî ji bo destekdayîna berxwedanê ber bi Rojava ve derket rê.
Şêniyên ku li navenda bajar kom bûn, dirûşmeyên “Yeke yek yeke Kurdistan ye” berz kirin û bi karwanekî seyareyan ber bi Rojava ketin ser rê.

