Xeterî û xelasî

Banga Rêber Abdullah Ocalan a ku sala borî hate kirin û îro di nav şerê herêmî de gihîştiye lûtkeya girîngiyê, tenê bi hewildaneke hevpar dikare bibe rastiyeke siyasî. Dewlet bi erkên xwe yên hiqûqî, siyaseta demokratîk bi rola xwe ya avaker û civak jî bi îradeya xwe ya rêxistinkirî, sêgoşeya aştiyê pêk tînin.

1 deqe xwendin
Xeterî û xelasî

Di konjoktora îro ya Rojhilata Navîn de, ku şerê di navbera Îran û bloka Îsraîl-Amerîkayê de herêmê ber bi agir-reşekî mezin ve dibe, banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" êdî ne tenê wekî pêşniyarek, wekî reçeteya xelasiyê ya herî rasteqîn derdikeve pêş. Ev banga ku beriya salekê di 27ê Sibata 2025an de bi dengvedaneke mezin hatibû kirin, îro di asta krîza gerdûnî de xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rêber Ocalan bi vê bangê re, modela Rêya Sêyemîn wekî alternatîfa herî xurt li dijî pergala netewe-dewletên ku herêmê ber bi hilweşînê ve dibin, nîşan da.

Ji bo ku ev bang bibe bingeheke pratîkî û li ser erdê encam bigire, berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê dewleta tirk. Divê dewlet berî her tiştî dev ji aqilê ewlehîparêz û statukoparêz berde û zemînekî hiqûqî amade bike. Avêtina gavên yasayî yên wekî mîsogeriya destûrî ya ji bo nasnameya kurd, naskirina îradeya herêmî û demokratîkkirina şaredariyan, erkên sereke ne. Lê, qonaxa herî krîtîk rakirina tecrîda li Îmraliyê û amadekirina şert û mercên azad ên ji bo Rêber Abdullah Ocalan e. Dewlet heya niha ji ber tirsên xwe yên klasîk û fobiya perçebûnê gavên pêwîst navêje; lê ya rast ew e ku ev polîtîkaya bêgavî bixwe Tirkiyeyê ber bi perçebûn û qelsbûna li hemberî hêzên herêmî ve dibe.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de bi taybetî bal kişand ser wê yekê ku ew xwedî hêza teorîk û pratîk e ku dikare şer rawestîne û pêvajoyê ber bi zemînekî hiqûqî ve bikişîne. Wî destnîşan kir ku heke derfetên diyalogê werin vekirin, ew dikare di nava hefteyekê de bingeha aştiyê ava bike. Di vê çarçoveyê de, pozisyona Kurdan di şerê niha de pir krîtîk e. Kurd ne parçeyekî şerê mezhebî yê Îranê ne, ne jî amûreke bê îrade a projeyên dewletên Rojavayî ne. Kurd îro wekî hêza sêyemîn a herî rêxistinkirî, li ser bingeha Neteweya Demokratîk hebûna xwe diparêzin. Meşandina vê pêvajoyê bi Kurdan re, wê rê li ber statuyeke mayînde vebike û gelê kurd ji qirkirinên nû biparêze.

Heke dewleta tirk di vê dema ku şer li herêmê belav dibe de, guh nede banga 27ê Sibatê û gavên pêwîst navêje, wê rû bi rûyê xeteriyên mezin bibe. Şerê ku îro li derveyî sînoran diqewime, dibe ku bi hêsanî derbasî hundir bibe û Tirkiye bibe qada şerê wekaletê yê hêzên gerdûnî. Kurdên ku bi projeya Rêber Ocalan hatine perwerdekirin, îro xwedî îredeyekê  ne ku dikarin di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de bibin aktorên sereke. Lewma, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo kurdan qezencek e, lê ji bo ku Tirkiye di sedsala nû de nebe nexweşê nû yê Ewrûpayê, yekane rêya derketinê ye. Analîzên îro nîşan dide ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji daxwazeke siyasî derbas bûye û bûye pira herî bi ewle ya beriya şerê mezin a ku gelan ji karesatê biparêze.

Di çarçoveya vê tabloya giran û stratejîk de, mîsyona ku dikeve ser milê siyaseta demokratîk û dînamîkên civakê, ji her demê bêtir girîng û jiyanî ye. Tenê bi gavên dewletê yan jî bi banga rêberiyekê aştiyeke mayînde nayê avakirin; pêwîstiya vê pêvajoyê bi îradeya civakî û siyaseta çalak a ku bibe garantorê demokrasiyê heye. 

Siyaseta demokratîk di vê qonaxê de divê wekî pireke zindî ya di navbera daxwazên civakê û qada hiqûqî de kar bike. Erka wê ya bingehîn ew e ku banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji qada teorîk derxîne û bike rojeva sereke ya meclîs û qadên siyasî. 

Siyasetmedarên demokratîk berpirsiyar in ku li dijî zimanê şer û polîtîkayên ewlehîparêz, zimanekî lihevhatinê û projeyên çareseriyê ava bikin. Divê ew bibin dengê Riya Sêyemîn û nîşan bidin ku çareseriya pirsgirêka kurd, mifteya demokratîkbûna tevahî ya herêmê ye. Meşandina dîplomasiyeke xurt a li ser asta navneteweyî û herêmî, ji bo ku ev proje bibe modeleke cîhanî, erkeke dîrokî ye.

Divê were zanîn ku civak ne tenê temaşevanê pêvajoyê, lê aktorê herî sereke yê aştiyê ye. Berpirsyariya civakê di vê demê de ew e ku Konfederalîzma Demokratîk di asta herêmî, tax û gundan de bi rêya meclîs û komînan ava bike. Aştiyek ku di nava civakê de nehatibe hûnandin, li ser maseyan zû hildiweşe. Divê civak li dijî polîtîkayên şer ên ku herêmê ber bi karesatê ve dibin, bi awayekî rêxistinkirî nerazîbûna xwe nîşan bide û xwedî li banga 27ê Sibatê derkeve. Hêza civakî ya ku daxwaza aştiyê dike, wê herî zêde bandorê li ser biryarên dewletê bike û rê li ber avêtina gavên hiqûqî vebike.

Weke encam, banga Rêber Abdullah Ocalan a ku sala borî hate kirin û îro di nav şerê herêmî de gihîştiye lûtkeya girîngiyê, tenê bi hewildaneke hevpar dikare bibe rastiyeke siyasî. Dewlet bi erkên xwe yên hiqûqî, siyaseta demokratîk bi rola xwe ya avaker û civak jî bi îradeya xwe ya rêxistinkirî, sêgoşeya aştiyê pêk tînin.

Di vê serdemê de ku sînorên Rojhilata Navîn bi agir tên xêzkirin, kurd û gelên herêmê bi modela Civaka Demokratîk dikarin xwe ji karesatên mezin rizgar bikin. Heke ev îradeya hevpar neyê nîşandan, xetereya ku Tirkiye û herêm bikevin nav tariyeke sedsalî gelekî nêz e. Lê, çareseriya ku li Îmraliyê hatî pêşkêşkirin, hîn jî derfeta herî mezin e ku sedsala 21an ne be sedsala şeran, bibe sedsala azadî û wekheviya gelan.