Xurtkirina hêza civakî girîng e

Şoreşa Rojava ya ku di sala 2012an de bi Bihara Ereban re dest pêkir ne tenê têkoşîneke leşkerî di heman demê de şoreşa fikrî bû. Di pêkanîna vê şoreşê de jin ne tenê di qada şer de rol lîstin.

1 deqe xwendin
Xurtkirina hêza civakî girîng e

Şoreşa Rojava ya ku di sala 2012an de bi Bihara Ereban re dest pêkir ne tenê têkoşîneke leşkerî di heman demê de şoreşa fikrî bû. Di pêkanîna vê şoreşê de jin ne tenê di qada şer de rol lîstin. Jinan bi keda ku da civakê ji nû ve avakirin. Avakirina ku bi pêşengiya YPJ û meclisên jinan pêk hat Şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinan li cihanî da nasîn. Di nav pergala ku hatiye avakirin de xweseriya demokratîk, azadiya jinan û pirrengî esas te girtin û têkoşîn li ser vî esasê tê dayîn.

Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê ve didomin. Tevî êrîşên heyî hilweşîna Rejîma Esad û desthilatiya HTŞê jî destkeftiyên heyî dike nav metirsiyê. Tevî êrîşên heyî û bêderfetiyan jî bi pêşengiya jinan û hevgirtina netew û olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek hevpar hatiye avakirin.

Em der barê rola jinan a di şoreşê de, zehmetiyên ku pêk hatine, xetereyên heyî, peymanên ku di nav HTŞ û HSDê de hatine îmzekirin û bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser heremê bi endama Desteya Serokatiyê ya PYDê Foza Yûsif re axivîn.

Di Şoreja Jinan ango Şoreşa Rojeva de jin ne tenê piştgir bûn di heman demê de ji şoreşe re pêşengiyê kirin. Jinan di vê pêvajoyê de derfeta ku karibin di her qadên jiyanê de cih bigirin çawa bi dest xistin?

Ez şoreşa 19ê Tîrmehê Şoreşa Jinan li tevahî jinên Sûriyeyê û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Em dikarin bêjin ku ev şoreş di serî ji bo ku bi ser bikevin, me gelek bedelên mezin da. Hemû şehîdên azadiyê û şehîdên jin bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna li ber wan ditewînim. Wekî ku we jî pirs kirî ye, ev encama têkoşîna gelek jinan, dayikan û gelek tekoşeran bû. Ji bo ku jin bibin xwedan maf şerekî mezin kirin. Şer di destpêkê de li hember xwe li hemberî kevneşopiyên civakî koletiya ku li ser me hatiye ferzkirin û zayendperestiya ku li ser me hatiye ferzkirin, bû.

Mijara duyemîn jî ew e ku jinan li hemberî kevneşopiyên civakê yên ku ferz dikin sekinîn û beşdarî tekoşînê bûn. Di hundirê tekoşînê de gelekî zor û zehmetî dîtin. Lê tu carî ji pav paş ve neavêtin. Bedelên gelek mezin dan lê bi biryardarî vê têkoşînê berdewam kirin. Ji bo wî niha em xwediyê artêşa şehîdane. Di heman demê de jî parastina mafê jin em xwedan artêşên parastinê ne. YPJê di vê der barê de gelek bedelên mezin da. Şehîdên me gelek çêbûn. Herwiha di warê siyasetê de jî jin bi beşdarbûneke pir girîng tev li bûn. Di asta pêşengtiyê de tevlibûna xwe çêkirin. Di serhildanan de jî jinan dîsa hebûneke mezin nîşan da. Herwiha di warê hemû qadên jiyanê de di qadên perwerdeyê, hîndekariyê, aboriyê û qada çandê de mirov dikare bêje di hemû qadên jiyanê de jinan têkoşîneke mezin da. Da ku ev şoreş bê avakirin. Ji bo wê mirov dikare wiha bêje, di serî de fikrên azadiyê ya ku Rêber Apo daye û di vê axê de çandiye di nava jinan de hişmendiya azadî û felsefeya azadî hatiye rêxistinkirin. Ev gelekî girîng e. Jinan xwe spart jineolojiyê. Ev gelekî muhîm bû ji bo pêşketina bûyîna têkoşînê. Ya duyemîn