Xwe li dora Ocalan kirin xelek
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’ê mijdara 1998’an ji Moskovayê çû Romayê. 66 rojên zor û zehmet li Romayê derbas kir.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’ê mijdara 1998’an ji Moskovayê çû Romayê. 66 rojên zor û zehmet li Romayê derbas kir. Dema Ocalan çû Romayê bi deh hezaran kurdan berê xwe dan Romayê û li dora Ocalan bûn xelek. Du mehan bi şev û roj li gel sermaya dijwar a zivistanê li dora Ocalan nobet girtin. Piştî 2 mehan li ser hevkariya Tirkiye, DYA û hêzên din ên navdewletî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Îtalyayê derkeve. Siyasetmedar Ahmet Yaman ku wê demê nûnerê ERNK’ê yê Romayê bû û 65 rojan bi Abdullah Ocalan re mabû, pirsên me yên vê der barê de wiha bersivandin.
Hûn dikarin qala pêvajoya hatina Abdullah Ocalan a Îtalyayê bikin?
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Apo, di encama tifaqa qirêj a hêzên navdewletî de neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Rêber Apo armanc kir ku biçe Yewmenistanê. Lê hikûmeta yewnan a wê demê destûr neda. Rêber Apo neçar ma biçe Rûsyayê û heta 12’ê mijdara 1998’an li Rûsyayê ma. Lê piştî ku Rûsyayê penaberî red kir, Rêber Apo vê carêberê xwe da Îtalyayê. Dema hat Romayê, ez wê demê nûnerê Buroya ERNK’ê yê Romayê bûm. Piştî biryara Rêber Apo Romayê gihişt me, me dest bi xebatan kir. Ev ne pêvajoyek hêsan bû. Hatina Rêber Apo ya Romayê li ser peymana di navbera hikûmeta Îtalya û Rêber Apo de bû. Piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îtalyayê wê demê Massimo D’Alema re pêvajo dest pê kir. Piştî Rêber Apo şertên hikûmeta Îtalyayê û yên me pêşkêş kir erê kir û şûnde, deriyê Îtalya li me vebû. Di 12’ê mijdara 1998’an de bi amadekariya hikûmeta Îtalyayê em çûn Moskovayê. Em di 12’ê mijdara 1998’an de li balafirgeha Moskovayê bi Rêber Apo re hatin cem hev. Dostê me û nûnerê hikûmetê Ramon Mantovanî jî li gel min bû. Me ji Rêber Apo re got hikûmeta Îtalyayê bi hin şertan qebûl kiriye ku were Îtalyayê. Piştî ev şert qebûl kir, me dest bi rêwîtiya Romayê kir.
Gelê Ewropa û Îtalya birêz Ocalan çawa pêşwazî kir?
Di dawiya salên 1990’î de hewaya siyasî di serî de li Almanya û Îtalyayê li gelek welatên Ewropayêhikûmetên demokrat ên civakî serwer bûn. Lê li Îtalya rewş ji welatên din cudatir bû. Li Îtalyayê helwesta demokrat ên civakî bêtir çepgir bûn. Bi taybetî Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D’Alema polîtîkayek cudatir pêş dixist. Di wê pêvajoyê de civaka kurd li welatên Ewropayê bêtir li tevgera azadiyê xwedî derdiket. Bêtir çalakiyên girseyî û bi rêxistinî pêş dixist. Wê demê xebatên dîplomatîk bêtir li ser hevdîtinên fîgurên siyasî pêş diket. Yanî bêtir li ser têkiliyên dualî pêş diket. Wekî îro dîplomasiya gel û bi raya giştî re li pişt xebatan dima. Wê demê herî zêde dîplomasiya gel li Îtalyayê dihat meşandin. Gelê Îtalyayê eger îro bêtir tev li xebatên azadiya Rêbertiyê dibe ji ber vê yekê ye.
Birêz Ocalan çima Îtalya tercîh kir? Hatina Ocalan a Îtalyayê bandorek çawa li ser Ewropayê kir?
Rastiya herî zêde rê li pêşiya hatina Rêber Apo ya Romayê vekir, rastiya hikûmeta Îtalyayê û piştgiriya raya giştî ya Îtalyayê bû. Vê yekê nîşan da ku navnîşana rast Îtalya ye.Welatên Ewropa ne li bendê bûn ku Rêber Apo bê Ewropayê. Bi taybetî dawetkirina hikûmeta Îtalyayê wekî bombeya atomê deng veda. Piştî Rêber Apo hat Romayê, kurdên li diyasporayê herikîn Romayê. Herikîna kurdan a Romayê bandorek pir mezin li ser gelê cîhanê ava kir. Hatina Rêber Apo, Ewropayê şoq kir. Herikîna kurdan a Romayê carek din Ewropa û cîhan şoq kir. Bi deh hezaran kurd daketin kolanên Romayê. Bi hezaran li balafirgeh û deriyên gumrikan kom bûn. Kurd bi israr û biryar li deriyê gumrikan rawestiyan û nobet girtin. Bi hezaran kurdan zêdeyî mehekê li Romayê nobet girtin. Dostên kurdan, esnaf û şêniyên taxê yên nêzî qada çalakiyê li kurdan xwedî derketin û piştevaniya kurdan kirin.
Gel, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî çawa û çiqas Rêber Ocalan pêşwazî kirin û xwedî derketin?
Li Îtalyayê gotin di cih de be, ji gel heta meclisê, ji partiyên siyasî heta nûnerên rêxistinên civakî, Rêber Ocalan bi awayekî xurt pêşwazî kirin. Di rojên ewil de qad pir bi tevger bû. Çûn û hatin pir zêde bû. Çapemeniya Îtalya û cîhanê eleqeyek pir mezin nîşan dida û pir dixwestin hevdîtinan pêk bînin. Gelek dostên Rêber Apo û siyasetmedaran pir zêde dixwestin hevdîtinan bikin. Êdî rojan e Rêber Apo pir zêde hevdîtin dikirin û hevpeyvîn didan çapemeniyê. Ji çar aliyê cîhanê dihatin dîtina Rêber Apo. Rojên Rêber Apo pir tijî derbas dibûn. Ez bi Serok Apo re 65 rojan mam. Min di hemû hevdîtinan de cih girt û di hemû hevdîtinên fermî de amade bûm. Dîsa li ser navê Rêber Apo beşdarî bernameyên televîzyonên Îtalyayê bûm.
Hewldana hikûmet û Serokwezîrê Îtalyayê D’Alama a ji bo çareseriyê çi bû? Rola Fransa û Almanya çi bû?
Hatina Rêber Ocalan a Îtalyayê, teqez ne ji bo mafê penaberiyê bi dest bixe bû. Ji bo lêgerîna çareseriya kêjeya kurd bû. Jixwe hikûmeta Îtalyayê û partiyên siyasî jî hatina Rêber Ocalan bi vê armancê girtin dest. Têkiliya Rêber Ocalan a bi Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema re jî li ser vî esasî bû. Teqez divê ez bînim zimanku hem Serok Ocalan û hem jî D’Alema ji çareseriya siyasî bawer dikirin. Rêber Ocalan fedekariyên gelek mezin kir. Ji bo çareseriyê hemû pêşniyarên ku ji aliyê hikûmetê ve hatin kirin qebûl kir. Her tim digot ‘divê em xwe biguherînin’. D’Alem ji Rêber Ocalan dixwest bi hikûmetê re li Romayê konferansek navneteweyî pêk bîne. Lê di meha sêyemîn de hêzên komploger rehet nesekinîn. Zextên li ser hikûmeta D’Aleman û Îtalyayê zêde kirin. Piştî vê yekê D’Alema li qada Yekitiya Ewropa û DYA’yê derket rêwîtiya hevdîtinan. Projeya D’Alema ew bû ku ji welatên Ewropa û DYA’yê piştgiriyê bistîne û li Romayê dadgehek navdewletî ava bike û Rêber Ocalan li vê dadgeha navdewletî bê darizandin. Hikûmetê ev daxwaz bi Rêber Ocalan re parve kir. Rêber Ocalan ev daxwaz red nekir. Rêber Ocalan fedekariyek pir mezin kir. Dema D’Alema bernameya gerê qedand, Fransa û Almanya ev proje erê kirin, lê Ingilistan nêzî projeyê nebû. Amarîka jî gotibû; ‘Hûn çêkin em li dij dernakevin’. Rêber Ocalan ji bo komploya nav


