Xwebûnê got, ‘Kurdî qedera min e’
Rojnameya Xwebûnê ku bi heftena weşanê dike vê hefteyê bi manşeta; ‘Kurdî qedera min e’ gihîşt xwînerên xwe.

Rojnameya Xwebûnê ku bi heftena weşanê dike vê hefteyê bi manşeta; ‘Kurdî qedera min e’ gihîşt xwînerên xwe. Rojname bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê vê hefteyê jî hem di manşetê de û hem jî di di rûpelên din de cih da nivîsên têkildarî ziman.
Hevpeyvîna ku Încîl Selçûk bi hunermenda fransî Elêonore Fourniau kir bû manşeta rojnameyê. Fourniau hunermendeke fransî ye û bi kurdî stranan dibêje. Fourniau got ku kurdî qedera wê ye û wiha axivî: “Min dizanibû gelê kurd heye, kî ne û çi ne, ez ji rewşa kurdan agahdar bûm lê min bi muzîka wan ne dizaniya, haya min ji xezîneya stranbêjiya kurdî tunebû.”
Di hejmara 10’emîn a rojnameyê de nivîsên van nivîskaran cih digirin; Mizgîn Ronak, Munnewer Azîzoglu Bazan, Reyhan Îke, Samî Tan, Felemez Ulug, Cemîl Oguz, Ramazan Tûnç, Şener Ozmen, Agît Yazar.
Salnameya gel
Kurdên gundan, li gor şert û mercên hewayê û li gor tecrûbeyên bav û kalên xwe, ji xwe re salnameyek çêkirine. Wek ‘Xaç Xidir Nebî’, ‘Zîpedar’, ‘Agirê Filan’,‘Gamêşqiran…’ Yasemîn Elban der barê salnameya gel de nivîsandiye. Her wiha di rûpela kirmanckî de têkildarî meh û ritûelên Xizirê dosyayek hatiye weşandin.
Her wiha di vê hejmarê de nivîsên Mem Farqînî, Şêrgele, Alik X, Nevîn Alkan jî cih digirin.


