Şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê ji bo parastina destkeftiyan meşiyan

Şêniyên bajarên Hesekê û Dirbêsiyê ji bo parastina destkeftiyên xwe, meşek girseyî li dar xistin û xwestin ku mafên gelê Kurd di makezagonê de demildest bê misogerkirin.

1 deqe xwendin
Şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê ji bo parastina destkeftiyan meşiyan

Şêniyên Hesekê û Dirbêsibê bi armanca balê bikişînin ser makezagona nû ya Sûriyê û ji bo mafên Kurdan di makezagonê bê parastin, meşiyan. Girse li Çerxerêya Kevokê ya li Taxa Til Hecer kom bûn û meşiyan. Girseyê heta Çerxerêya Şehîd Serhed a li Taxa Muftî meşa xwe berdewam kir. Di meşê de pankartên, “Zimanê me nasnameya me ye”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Yekîneyên Parastina Jinan îradeya azadiya jinan temsîl dikin” vekirin. Li ser navê girseya durişmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” avêtin Hevserokê Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a Hesekê Ferhan Dawûd axivî. Dawûd wiha got: “Îro roja piştgiriya berxwedana Rojava ye, û ji vir em mafên xwe yên rewa û derxistina Qanûna Parastina Kurdan dixwazin.”

‘Cîhan ji berxwedana me re deyndar e’  

Ferhan Dawûd destnîşan kir ku cîhan deyndarê fedakarî û berxwedana gelê Kurd e û berpirsiyariyeke exlaqî û siyasî dikeve ser milê cîhanê ku piştgiriya mafên gelan ji bo jiyaneke demokratîk a bi rûmet û bike û wiha got: “Rojava ne bi tenê ye; hemû gelê Kurd li kêleka Rojava ye û piştgiriyê dide berxwedana wê ya adil.” Ji rêveberên Kongra Star Rûken Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku meha Sibatê meha salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir ku ev komplo di serî de li dijî îrade û azadiya jinan bûye. Meş bi diruşmeya, “Bijî berxwedana Rojava!” bi dawî bû.

‘Meşa me bi şoreşê dest pê kir’

Li bajarê Dirbêsiyê jî bi sedan kes kom bûn û meşiyan. Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîdan dawî bû. Li vir beşdaran al û sembolên Kurdistanî, li gel pankartên, “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Zimanê me nasnameya me ye” vekirin. Endamê Însiyatîfa Gel a Dirbêsiyê Silêman axivî û berxwedana gel silav kir.

Li ser navê Tevgera Jinan a Rojava û Kongra Star, Rexda Şihada daxuyaniyek xwend û diyar kir ku têkoşîna gel li dijî hemû proje û polîtîkayên ku maf û hebûna gelê Kurd hedef digirin, pêk hatiye. Rexda diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmetê fedakariyên mezin kirine û dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.