Dadgeha Stenbolê endama Meclisa DEM Partiyê şand girtigehê
Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê der barê endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elîf Çoban de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.

Polîsan duh endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elîf Çoban binçav kirin. Polîsan piştî îfadeyê Elîf Çoban sewqî dozgeriyê kir. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê kir. Elif Çoban, bi rêya SEGBÎSê beşdarî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê bû û îfade da. Dadger piştî li îfadeya Elif Çoban guhdar kir, der barê Elîf Çoban de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.


