Xweşk û biratiya gelan û rastiya kurdan

Rewşa neteweya kurd li gorî vê rastiyê nirxandin, çewtî û rastiyên heyî radixe ber çavan. Ji ber dijminan bi dagirkirina welat re tunekirina kurdan xistine armanc, bingehên xwişk û biratiya gelan gelek lewaz mane. Di dema selçûqî û osmaniyan de hineke gav û sepanên erênî hatibin avêtin jî mixabin pir lewaz mane û di dil, mejî û zagonên neteweyan de ev realîte ne hatiye rûniştîn.

1 deqe xwendin
Xweşk û biratiya gelan û rastiya kurdan

Di xwezayê de xwişk û biratî ji heman dayikê bûyînê pênase dike. Di vê bûyînê de hevpariya biyolojîk bingeh e. Li ser vê bingehê jiyana ji bo heman armancê pêkanîn esas e. Di nav şaneya herî biçûka civakê de ango malbatê de armancên weke parastin, têrkirin, pêşeroj avakirin û hwd armancên hevpar in û her kesê endamê malbatê ji bo pêkanîna vê armancê xwe rêkûpêk dike û tekoşînê dimeşîne. Dema keseke derveyî vê armancê tev bigere, tê şiyarkirin û dema ev dûbare bibe ji nava malbatê tê qewirandin. Di vir de xwişk û biratî bi biyolojîk û xwînê dest pê kiribe jî di dawî de vedigere ser esasên malbat û civakbûn parastinê ango ji pîvanên hevpar re xebat kirinê. Di van (kom, malbat hwd) çêbûnê de pîvanên kesan li hemberî kesên din, koman li hemberî komên din parastina navxweyî jî hene. Pîvana sereke jî di nav wekheviyê de xwişk û biratî ye. Dema wekhevî serwer be, motîvasyon û girêdana kesan an jî koman bi armamcê ve xurt e. Dijberî vê dema wekhevî û dad li nava endamên komê de nebe, girêdana ji bo parastin û pêkanîna armancê jî lewaz dimîne. Bi demê re dibe sedema belavbûn û tunebûna komê. Lewra şaneya herî biçûk a komê û malbatê û civakê pêk tîne di encamê de kes in. 

Pîvanên raçan û xwişkirina jiyanê pîvanên jêvenegerên jiyanî ne. Li nav civakê biratiya esasî li ser pêkanîna berjewendiyên hevpar ên kes û koman in. Ji ber vê jî gotina “Gelek heval hene ji xwişk û birayên mirov çêtir in” tê gotin. Çawa kesê biyolojîk endamê malbatê derveyî yan jî li dijî berjewendiyê malbatê û komê tevbigere bê qewirandin, her wisa keseke bi awayê biyolojîk ne endamê kom û malbatê dema ji bo armancên malbatê û komê tev bigere weke xwişk û bira tê hesibandin û gotina li jor derdikeve holê.

Ji ber civak ji şaneyên wekî kes, kom, malbat û eşîran pêk tê, ev rewşa şaneya herî biçûk şewla xwe dide civaka giştî jî. Kes, kom, partî, netew û hwd dema ji bo parastin û pêşxistina civakê bi hev re hevkariyê dikin û bi her awayî bedelan didin, dibin birayên hev. Ev têkilî di asta neteweyan de wekî xwişk û biratiya gelan tê hesibandin.

Ji ber civak û civakbûn ne kareke demkî ye an jî ne projeyeke ku heya proje biqede hevkariya bivênevê ye, civakbûn çêbûneke domdar û ne li ser bingehê bivênevêtiyê li ser bingehên dildariyê ye, mirov nikare têkiliya civakê weke hevkariya demkî bigire dest.

Rewşa neteweya kurd li gorî vê rastiyê nirxandin, çewtî û rastiyên heyî radixe ber çavan. Ji ber dijminan bi dagirkirina welat re tunekirina kurdan xistine armanc, bingehên xwişk û biratiya gelan gelek lewaz mane. Di dema selçûqî û osmaniyan de hineke gav û sepanên erênî hatibin avêtin jî mixabin pir lewaz mane û di dil, mejî û zagonên neteweyan de ev realîte ne hatiye rûniştîn.

Dagirkeriya bi sedan salan, neteweya kurd li her aliyê erdnigariyan belav kiriye û kurdan cihên çûyînê ji xwe re kirine war û li dikin debar. Jixwe tu rêyên din ên jiyankirinê jî nebûn. Lewra îro metropoleke weke Stenbol bajarê kurdan ê herî mezin tê hesibîn. Îzmîr, Edene, Mêrsîn jî êdî ji gelekî bajarên kurdan zêdetir kurdan dihewîne. Ev rewş li beşên din ên Kurdistanê ne gelek ji vê rewşê cudatir e.

Bi vê rastiyê berçav re em îro bêjin bila kurd û Kurdistan yekreng be, divê em bi milyonan kurdan ji ax û maneviyata welat qut bikin. Kurdên ne li ser axa Kurdistanê, ne weke kurd bihesibînin. Ev ne karê aqil e, ne adil e û ne jî hedê kesê ye. Dîsa bi bangewaziyeke bila herkes vegere ser axa xwe jî ev pêk nayê. Ji ber herî kêm vayê du nivş li wan bajarên biyanî mezin bûn û li wir pergala jiyaneke nû ava kirine. Her kes dizan, warguherîn ji nû de destpêkirineke heralî ye. Zû bi zû kes vê xetere û zehmetiyê nade ber çavên xwe. Dîsa ew malbat ji tekoşîna hatî û tê dayîn jî nebêpar in. Çiqas ji ber kûtekî û zilimkariyê çûyîna wan deran bedela herî giran jî be, bi wê re jî sînordar nemane û pişta xwe nedane tikoşîna azadiyê. Gelek ji wan malê xwe û zarokên xwe di vê rêyê de wendan kirine.

Bi evqas bedelên giran re tunehesibandina wan, an jî ev rastiya kurdan piştguhkirin ne pêkan e. Çareseriya vê jî li ser bingehên dad û wekheviyê, bi gelên derdûrê re jiyankirin e. Ev rê êdî rêya bivênevê ye. Ger ne wisa be dê ev şer û gengeşî bi çendan nivşên din jî binax bike û kes nizane dê encam çi be. Lê ger li ser wekheviyê lihevkirineke pêk bê, li ku be bila be her kes û kom bigihêje mafên xwe yên bingehîn û jiyanî, wê demê pêşiya pêşxistina taybetiyên her kes, komê û neteweyê pêkan dibe.

Kes û komên li ser xwişk û biratiya gelan dijbertiyê dikin, bivênevê divê vê rewşa civaka kurd li ber çavan bigirin. Tenê bi gotina 'ez civaka kurd a homojen û Kurdistana azad dixwazim' nêzikatiya xwexapandin, netew qetkirin û serê civakê tevlihevkirin e. Herwisa ji dijminan re jî bingeh û derfeta êrişan amade û hêsantir kirin e. Jixwe aşkere ye ku kesên bi vî awayî tev digerin dûrî civakê ne û tenê bi hiş û welateke sanal de dijîn û piraniya wan qasî diayeke dayîkekê piştevanî nedane tekoşîna azadiya gelê kurd û ji bilî xisarê kedeke wan a şênber jî tune.