YCÊ li Şengal û Sîba Şêx Xidir agirê Newrozê pêxistin

YCÊyê de, li navenda Şengalê û Komelgeha Sîba Şêx Xidir bi pêxistina agir û gerandina govendê Newroz pîroz kir.

1 deqe xwendin
YCÊ li Şengal û Sîba Şêx Xidir agirê Newrozê pêxistin

Yekitiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) li navenda bajarê Şengalê û Komelgeha Sîba Şêx Xidir agirê Newrozê pêxist û li dora agir govend gerandin. Ciwanan li herdu navendan agirê Newrozê pêxistin û fişekên hewayî teqandin. Ciwanan heta derengiya şevê Newroz pîroz kirin.

Li seranserê Şengalê, ji lûtkeyên çiyayên herî bilind heya kolan, tax, gund û komelgehên Şengalê agirê Newrozê hate pêxistin. 

Li Xanesorê Gel li Parka Şehîd Dijwar Feqîq kom bûn. Agirê Newrozê ji aliyê gel û saziyên Rêveberiya Xweser ve hate pêxistin. Piştî dadana agir, gel dirûşm gotin û govend gerandin.

Li komelgeha Borikê jî gel li ber şaredariya gel kom bû û agir pêxistin û govend gerandin.

Şengalî serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kirin, çira pêxistin û Newrozê li hemû şehîdan pîroz kirin.