Yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê

Siyasetmedarên kurd parêzer Rêzan Şêx Dilêr û Dr. Kamûran Berwarî diyar kirin ku ji bo yekîtiyê fersendeke mezin ketiye destê kurdan û xwestin ku vê fersenda mezin wenda nekin û ji bo Yekîtiya Neteweyî xwe bêhtir birêxistin bikin.

1 deqe xwendin
Yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê

Di 18ê adarê de, bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cuda yên başûrê Kurdistanê, ji bo yekîtiya gelê kurd projeyek neteweyî ya bi navê ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ hate destpêkirin. Ev xebata neteweyî bi daxuyaniyek nivîskî hate ragihandin. Roj bi roj piştgiriya kesayet, sazî, rêxistin û partiyan ji bo vê pêngava yekitiya neteweyî zêde dibe. Li ser mijarê parêzer Rêzan Şêx Dilêr û Siyasetmedar Dr. Kamûran Berwarî agahî dan.

Siyasetmedar û endamê KNKê Dr. Kamûran Berwarî, têkildarî projeya yekîtiyê anî ziman ku pêkhateyek hatiye avakirin û got: “Ev pêkhate ji nêzî 200 siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyenên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt pêk tê. Komîteya ku rêveberiya wê ji 15 kesan pêk tê hatiye avakirin. Ji 15 kesan 5 kes ji wan jin in. Ev qonaxa destpêkê ye. Hêdî pêdî li çar parçeyên Kurdistanê û derve mezin dibe. Piştî xebatan dê civateke (mecliseke) berfirehtir ava bike. Ev civat dê pêşengiya vê xebatê bike. Ev civat li derveyî partî û rêxistinan e. Ne girêdayî ti partî û rêxistinan e. He wiha ne li dijî wan e jî. Piştgiriya hemû hêz û partiyên çar parçeyên Kurdistanê werdigire.” 

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn ku niha qonaxa komkirina îmzeyan e û wiha axivî: “Hêdî pêdî bi pêş dikeve. Ev qonaxa destpêka avakirina projeyê ye. Ev proje dibe projeya stratejiya yekîtiya neteweya kurd. Armanc dike ku hêzên derve kurdan wekî netewe qebûl bikin û wisa nêzî wan bibin.” 

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn ku pêwîst e êdî ew ji partiyek klasîk derkevin û bigihîjin asta neteweyî û wiha berdewam kir: “Ev projeya stratejiya yekîtiya neteweya kurd û kurdistaniyan e. Armanc ne ew e ku kurdan kom bike û çarenûsa kurdan têxe destê şexsekî/ê. Armanc ew e ku stratejiya çarenûsa kurdan di destê kurdan de be. Hemû partî, rêxistin, kes û beşên Kurdistanê dikarin beşdarî vê pêkhateyê bibin. Heta niha hemû partî, rêxistin û aliyên siyasî di qonaxeke klasîk de ne. Ev dibe asteng ku xwe derxin asta neteweyî û cîhanî. Ji bo em van sînoran bişkînin, me bi hev re dest bi karê neteweyî û niştimanî kiriye. Ev proje ne li dijî ti partî û dewletan e. Armanc, parastina hêz û destkeftiyên kurdan ên neteweyî ye.”  

‘Em vê fersenda mezin ji dest bernedin’ 

Parêzer Rêzan Şêx Dilêr jî anî zimanek ku komek rewşenbîr, çalakger, siyasetmedar, parlamenter û ji hemû rêxistinan projeyeke hevpar amade kirine û wiha got: “Ev projeya Yekîtiya Neteweya Kurd e. Divê em li ser vê yekê bixebitin û wê hestê ji vir bi pêş ve bibin. Divê em wisa li siyasetmedaran bikin ku xwe berpirsyar hîs bikin. Ji ber ku siyasetmedar dikarin biryarên cidî bidin. Ji ber vê yekê em hewil didin ku wan kesan ji bo serkeftina projeyê bixin bin berpirsyariyeke neteweyî. Dema ku em behsa partiyên siyasî dikin, divê ji çar parçeyên Kurdistanê partî xwe di nav de bibînin û berpirsyar bibînin. Ku kurd û partiyên kurdan di vê pêvajoyê e yek deng û yek rêz bin, dê kurd karibin xwedî hêz bin. Di vê pêvajoyê de kurd xwedî firsendeke mezin û dîrokî ne. Divê em bi yekrêziya xwe bikin ku ev fersend ji dest neçe. Ji ber vê yekê ez bang li hemû kesayet, siyasetmedar û partiyên kurdan dikim ku cidî nêzî projeya yekîtiyê bibin da ku ji bo yekîtiya neteweya kurd rista xwe rast bilîzin.”