YNK: Armanca ENKSê fîtne ye

Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) bertekek tund nîşanî daxuyaniya Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Suriye (ENKS) ya derbarê Serokkomariyê de da û diyar kir ku nirxandinên navborî bi armanca fîtnê û parçekirinê ye.

1 deqe xwendin
YNK: Armanca ENKSê fîtne ye

Medyaya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) têkildarî helwesta Encûmena Niştîmanî Kurd ya Sûriye (ENKS) ya derbarê erka Serokkomariya Iraqê ne rewa pênase kiribû, daxuyaniyek da.

YNK’ê ji bo ENKS’ê got ku şert û merc hatine guherîn di rewşa niha de ENKS nikare dubendiyê bixe nava parçeyên Kurdistanê û got: “Hatine bi eşkere û li gorî daxwazên hinek din êrişî sembolên YNKê dikin. Bêrêziyê li hemberî Serokkomarê Iraq a Federal dikin. Dixwazin fitne û parçebûnê bixin nava pêkhateyên Iraqê û Herêma Kurdistanê.

YNKê diyar kir ku pirsa Serokkomar pirseke navxwe ya Iraqê ye û ti têkiliya ENKSê bi vê mijarê ve nîne û got: “Li gorî yasaya navdewletî ya taybet bi pirsa penaberan, rê qet ji bo we nayê dayîn ku bêrêzî li hember serokkomar bikin. Ew rûmeta Iraqê û serbilindiyeke mezine ji bo Kurdan ku nêzî 12 salin bi yasayî û ne yasayî li ser vê xaka berhem dijîn. Li gorî Destûra Bingehîn ya Iraqê û her wiha li gorî yasaya Herêma Kurdistanê rê ji bo we nayê dayîn ku li ser navê hinek din êrişî sembol û serweriya hêzekî mezin û bandor ya Kurdistanê û Iraqê weke YNK’ê bidin ku xwedî 23 hezar şehîdên di oxira rizgarkirina xak û xelkê Kurdistanê daye. Heman demê xwedî roleke mezine û serekiye di avakirina Iraqê de.”