YPG: Divê her kes di parastina rûmetê de cihê xwe bigire

YPGê li dijî êrişan bang kir ku divê her kes cihê xwe di nava têkoşîna mirovahiyê de bigire û got: “Ev şer ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.”

1 deqe xwendin
YPG: Divê her kes di parastina rûmetê de cihê xwe bigire

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê êrişên li ser Rojava de peyamek weşand. Peyama YPGê wiha ye: ” Divê her kes di nav têkoşîna ku em bi navê mirovahiyê dimeşînin de cihê xwe bigire.

Ev du hefte ne, li dijî gelê Rojava konseptek qirkirinê tê meşandin. Gelê me yê berxwedêr ku bi salan li dijî DAIŞê şerkirî niha bi êrişên DAIŞê re rû bi rû maye. Wek hêzên YPG-YPJê em ê bi hemû hêza xwe gelê xwe û destkeftiyên ku me bi berdêlên mezin bi dest xistine biparêzin. Divê hemû aliyên peywendîdar ji bo parastina mirovahiyê seferber bibin û piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Ev şer ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.”